HSDê çend navçe kontrol kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên nêzîkê sînorê Sûriye û Iraqê du roj e şerekî giran di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê de diqewime, di encamê de hejmarek çekdar hatin kuştin, hinek şervan û xelkên sivîl canê xwe ji dest dan û HSDê çend navçe jî kontrol kirin.

 

Di vê derbarê de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Sean Ryan got: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk li nêzîkê sînor û navçeyên rojhilatê Firat, ew pêgeh kontrol kirine ku çend rojên derbasbûyî piştî êrîşa DAIŞê ji dest dabûn."

 

Ryan da zanîn ku HSD navçeyên nêzîkê sînor diparêze û nahêle çekdarên DAIŞê bên ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê

 

Sean Ryan got: "Navçeyeke zêde li rojhilat û bakurê Sûriyê di destê HSDê de ye, Hevpeymaniya Navdewletî jî piştgiriya wê dike û nêzîka 2 hezar leşker û rawêjkarên Amerîkî rahênan û hevkariyê pêşkêşî wê hêzê dikin ku YPG beşa herî zêde pêk tîne."