Bo cara çarem navend û bîrên petrolê yên DAIŞê li Sûriyê hatin bombebarankirin

 

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên hevpeymaniya navdewletî bo cara çaremîn êrîşî navendên çekdarên DAIŞê yên li ser sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de kirin.

 

Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê ragihand ku balafirên hevpeymaniya navdewletî ya ku Amerîka serkêşiya wê dike, îro serê sibehê êrîşî navendên DAIŞê yên li başûrê rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kirine.

 

Saziyê herwiha got ku hevpeymaniya navdewletî navçeya nêzîkî bajarokê Meyadîn, bîrên petrolê yên Eltenk û navçeya Qoriyeyê yên li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê li Sûriyê bombebaran kirine.

 

Herwiha, Yekîtiya Hemahengiyên Şoreşa Sûriyê got, balafirên hevpeymaniya navdewletî îro êrîşî navendên DAIŞê yên li bajarê Bûkemal û navçeyên derdora wê li ser sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de kirin.

 

Çalakvanên Sûriyê herwiha aşkera kirin ku çekdarên DAIŞê berî ku xwe li navçeyê veşêrin, koşka parêzgarê Reqayê û navendeke xwe li bajarê Reqayê teqandine.