Çekdarên Sûriyeyê navên gundên Bab û Cerablusê dikin Tirkî

26-08-2023
Hisên Omer
Çekdaran navên 11 gundên Bab û Cerablûsê kirin Tirkî
Çekdaran navên 11 gundên Bab û Cerablûsê kirin Tirkî
Nîşan Artêşa Sûriyeyê Bab Cerablus Navên Gundan Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li deverên di bin kontrola Tirkiye û çekdarên muxalefeta Sûriyeyê de êdî navên gundan jî dikin Tirkî.

Desthilatên li heremên di bin kontrola Tirkiye û muxalefeta Sûriyeyê de, bi taybetî li Bab û Cerablusê navên Tirkî li gundan dikin.

Li gorî wêneyên ku hatine belavkirin, navê 11 gundên herêmên Babê û Cerablusê bi Tirkî hatine nivîsandin.

Li gundê Hecî Kûsayê yê li bakurrojhilatê bajarê Babê, çekdarên muxalefeta Sûriyeyê bi zimanê Tirkî navê gund li ser tabloyê nivîsandiye.

Li gorî wêneyên ku hatine belavkirin, navê 11 gundên herêma Babê û Cerablusê bi Tirkî hatine nivîsandin.

Di nav wan de gundên Kurdan ên weke Şawe û Zilif jî hene.

"Berdewamiya siyaseta Tirkiyeyê ye"

Akademisiyan û siyasetmedarê Kurd Dr. Welîd Şêxo ku xelkê herêma Efrînê ye, ji Rûdawê re got:

“Ev kar berdewamiya siyaseta Tirkiyeyê ya guhertina demografyaya navçeyên dagîrkirî ye.”

Li herêma Babê ya bakurrojhilatê Helebê, 127 gundên Kurdan hene û heta niha piraniya wan zimanê xwe yê dayikê parastiye.

Li gorî hin amarên xwecihî, li herêmên Bab, Ezaz û navçeyên din li derdora Helebê, 400 hezar Kurd hene û bêhtirî nîvê wan bi Kurdî diaxivin.

Herwiha hinek ji wan jî bi Erebî û hineke din jî bi Tirkî diaxivin lê Kurdbûna xwe red nakin.

Li herêma Efrînê jî navên hinek gundên Kurdan bi temamî hatibûn guhertin û navên Tirkî li ser tabloyên wan hatibûn nivîsandin.

Wekî nimûne, navê Kotana bi Zafer Obasî û yê Qestela Miqdêd bi Selçûk Obasî hatibûn guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst