Fermandeyê Lîwaya Sultan Murad bo Rûdawê: Berî operasyonê DAIŞ ji Cerablusê derket!

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Lîwaya Sultan Murad Ehmed Osman ragihand: Berî ku em dest bi operasyonên bikin, DAIŞ ji Cerablusê derket.

 

Fermandeyê Lîwaya Sultan Murad eqîd Ehmed Osman ji nav Cerablusê ji Rûdawê re axivî û behsa operasyona girtina Cerablusê kir.

 

Ehmed Osman ragihand, ku berî destpêkirina operasyonên ji aliyê çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê, DAIŞ ji nav bajar vekişiyabû.

  

Osman got, operasyona kontrolkirina Cerablusê bi planeke xurt hate destpêkirin,

 

Osman wiha got: “Yekîneyên çekdar operasyona girtina bajarê Cerablusê ji sînorê Tirkiyê û ji du eniyên bakur û rojava ve dest pê kirin.”

 

Fermandeyê Lîwaya Sultan Murad da xuyakirin: “Karê destpêkê û giring liva ji Cerablusê ber bi gudê Raî û gihîştina bi Marihê ye.”

 

Ehmed Osman destnîşan jî kir, ku Artêşa Tirkiyê piştgiriya tevgera yekîneyên çekdar ên ser bi Artîêşa Azad a Sûriyê ve ber bi rojavayê Cerablusê ve dike.

 

Osman da zanîn, ku piştî kontrolkirina gundên derdorê ji aliyê hêzên opozisyona Sûriyê, DAIŞ ji nav bajarê Cerablusê vekişiya.

 

Fermandeyê Lîwaya Sultan Murad wiha got:

 

“Çekdarên DAIŞê hest bi wê yekê kirin ku wê bêne dorpêçkirin, lewra ew zû bi zû ji nav bajar vekişiayn û ji leza birêveçûna opoerasyonê DAIŞê nikarîbû malan mayin bike.”

 

Derbarê rewşa jiyanê li nav bajarê Cerablusê de jî, Osman da xuyakirin, ku hêdî hêdî welatiyên sivîl vedigerin nav bajarê Cerablusê.

 

Ehmed Osman tekez jî kir, ku ew naxwazin bi hêzên Kurdî re şer bikin, ku niha li bakurê Minbicê bi DAIŞê re di şer de ne.

 

Osman li ser vê yekê wiha got: “Yekîneyên çekdar ên Dijbereyê naxwazin bi hêzên Kurdî re şer bikin, ku niha di çarşoveya operasyonek cuda ya li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de li bakurê Sûriyê pêşve diçin, lê belê eger pêwîst bike emê wê yekê bikin.”