Duma di bin bombebaranê de - Encumena Xwecihî: Bajêr wêran bûye!

Navenda Nûçeyan – Bajarê Duma bi awayekê berdewam ji aliyê firokeyên şer ên Sûriyê ve bi giranî tê bombebarankirin. Çalakvan û welatî jî dibêjin, Artêşa Sûriyê xelkê sivîl dikin armanca êrişên xwe.

 

Ji ber bombebaranên dijwar ên wê dawiyê, piraniya dukanên bazarên Duma hatine girtin û hatinûçûna welatiyên sivîl di nav cade û kolanan de nemaye û bi giştî revgera jiyanê li bajêr sekiniye.

 

Duma navenda parêzgeha Rîf Şamê ye.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Duma, Şadî Edbullah derbarê rewşa Duma de bi xelkê bajêr û çalakvanan re axiviye.

 

Peyamnêrê me ragihand, ku di çend rojên borî de firokeyên şer ên Artêşa Sûriyê bi dehan car êriş li Duma pêk anîne û di encamê de zêdetirî 25 kes ji xelkên sivîl bûne qurbanî û bi dehan malên xelkê hatine wêrankirin.

 

Yek ji rûniştvanên Duma ji Rûdawê re dibêje: “Duma bi awayekê berdewam tê bombebarankirin. Ev hemû deverên sivîlan in. Rejîm li leşkeran naxe, li xelkê dixe. Weke ku hûn dibnin, ew hemû malên sivîlan in û bifikire ku xelk tê de bin.”

 

Ji ber êrişên dijwar ên Artêşa Sûriyê, rewşa mirovî li bajarê Duma gelek xirab bûye. Encumena Xwecihî ya bajêr, Duma weke bajarekî wêrankirî îlan kir û kar û xebatên xwe heta demek nediyar dan rawestandin.

 

Serokê Encumena Xwecihî ya Duma, Xalid Îbûr derbarê rewşa Duma de ji Rûdawê re axivî û ew tişt gotin:

 

“Encumena Xwecihî daxwaz ji civaka navdewletî dike, ku biryara 2254 a Encumena Asayişa Navdewletî û bendê 13 û 14 cîbicî bike ku têde behsa rawestandina êrişên ser sivîlan dike. Encumena Xwecihî tekez dike, ku cihên leşkerî li Duma tine ne, hemû navendên leşkerî li derdora bajêr in û di nav bajrê de ti navend û cihên leşkerî nînin.”