Li Idlibê amadekarî bo şer tê kirin

26-07-2020
RÛDAW
Artêşa Sûrî hêzên xwe li başûrê Idlibê zêde dike
Artêşa Sûrî hêzên xwe li başûrê Idlibê zêde dike
Nîşan Sûriye Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor çavkaniyên xwecihî, ev çend roj in artêşa Sûrî hêzên xwe li Deşta Xab a bakurê  Hemayê û Seraqiba başûrê Idlibê qayîm dike û di beramber de grûpên çekdar ên opozisyonê niha hêzên zêd li bajarê Erîha li ser Rêya M4 û li gundên derdora çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê qaîm dikin.

Li gor zanyariyên leşkerî û meydanî, niha artêşa Sûrî xwe ji bo operasyoneke leşkerî li Idlibê amade dike, daku grûpên çekdar ên opozisyonê ji navçeyên başûrê Rêya M4 derxîne ber bi navçeyên bakurî heman rêyê, lê bi nerîna çavdêrên peywendîdar ev yek dijî Rêkeftina Putin-Erdogan ku di Adara derbasbûyî de li Moskowê hatibû îmzekirin tevdigere.

Li gor çavkaniyên xwecihî, ev çend roj in artêşa Sûrî hêzên xwe li deşta Xab a bakurê  Hemayê û Seraqiba başûrê Idlibê qayîm dike bo şerekî pêşbînîkirî. Li gor heman çavkaniyan, artêşa Sûrî û grûpên Îranî yên alîgir dixwazin Rêya M4 a stratejîk ku Heleb-Idlib û Laziqiyê bi hev ve girêdide bi tevahî kontrol bikin.

Tê gotin beramberî vê senaryoya artêşa Sûrî û grûpên alîgir, grûpên çekdar ên opozisyonê niha hêzên zêde li bajarê Erîha li ser Rêya M4 û li gundên derdora çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê qaîm dikin. Di heman demê de jî, Tirkiyê li xalên xwe yên çavdêriyê li bakurê Hema û başûrê Idlibê hêzeke zêde ya leşker û topxane û zirixpoşan qayîm dike.

Li gor çavdêrên peywendîdar, dema çi operasyoneke leşkerî ji aliyê artêşa Sûrî dijî grûpên opozisyonê li Idlibê çêbibe, bê guman dê di çarçoveya hevtêgihiştineke veşartî Rûsî-Tirkî de be.

Bi nerîna heman çavdêran Rûsya baş dizane operasyoneke bi vî awayî ji aliyê artêşa Sûrî dijî grûpên opozisyonê ligel hebûna bi deh hezarên leşkerên Tirkiyê li navçeyê, dibe ku bibe rûbirûbûneke rasterast di navbera herdû artêşên Sûriyê û Tirkiyê de, û ev yek bi gotina heman çavdêran dibe ku bibe sedema helweşandina Rêkeftina Moskowê yan dibe ku guşarek be ji aliyê Rûsyayê ve dijî Tirkiyê li Lîbayê û Derya Naverast.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst