Gotûbêjên li ser destûra nû ya Sûriyê berdewam in

26-07-2018
Xalid Cemîl Mihemed
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sûriye Kometî Destûra Bingehîn ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gotûbêjên li ser destûra nû ya Sûriyê berdewam in û Desteya Danûstandinê ya Opozisyona Sûriyê jî lîsteyek pêşkêş kiriye ku navên 50 berbijêran tê de ne û ew lîste radestî nûnerê Netewên Yekgirtî yê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê Stefan De Mistura kirine ku di nava wê lîsteyê de navên du berbijêrên Kurd jî hene.

 

Komîteya amadekirina reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê, di warê damezrandinê de ye. Helwestên cuda cuda jî, derbarê vê yekê têne dîtin.

 

Desteya Danûstandinê ya Opozisyona Sûrî, lîsteyek bi navên 50 kandîdên xwe, ragihandiye, ku wê ew lîste radestî nûnerê navdewletî ji bo Sûriyê, Staffan de Mistura, kiriye. Di nav de, navên 2 kandîdên kurd hene, yek ji wan Hewas Egîd e, ya din Zehra Mihemed e. Herdu jî ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ne.

 

Bi vê hejmarê, rêjeya Kurdan, li gorî ku akadîmisyenê kurd Xorşîd Elîka ji Rûdawê ragihand, li şûna %15, weke ku bernameya siyasî ya ENKSê nîşanê pê daye, bûye 4%. Ev yek jî gotina de Mistura, ku ragihandibû: Rêjeya Kurdan li Sûriyê 5% ye, disepîne. Yan jî tê wê wateyê ku ENKSê tenê nûnertiya %4 ji Kurdên Sûriyê dike, lê %11 ji rêjeya mayî ne li jêr nûnertiya ENKSê ne. Di heman demê de 2 kandîdên Siryan-Aşûrî-Kildaniyan jî hene.

 

Derbarê nûnertiya Rêveberiya Xweser, PYDê û HSDê jî, Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî Ehmed Remedan ji Rûdawê re got ku nûnertiya van aliyan dê tûşî zehmetiyan bê.

 

Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweser Hekem Xelo ji Rûdawê re got ku girîng e mikurhatin û danpêdan bi hebûna gelê Kurd li Sûriyê di destûra nû de bê kirin.

 

Nerîna Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokraîtk derbarê destûrê nû ji aliyê Hekem Xelo ve hatiye behskirin.  Xelo mijara destûrê bi nehiştina grûpên tundrew ve girê dide

 

Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdulbasit Hemo ji Rûdawê re gotibû ku dê ji her lîsteyekê, 15 nav bêne hilbijartin. Êdî, tevaya endamên Komîteya Destûrê wê bibin 45 kes.

 

Li gorî zanyariyan, tevî nûnerên ENKSê jî, hejmareke din ji kesayetiyên kurd, ji ciwanan û kesên serbixwe, dê ji bo vê komîteyê bêne kandîdkirin, lê hêj ev yek ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst