“Şervanên dijbereya Sûriyê tevlî DAÎŞ dibin”

 

Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya lêkolînan a serbixwe li Sûriyê ragihand ku êdî hejmarek zêde ji şervanên dijbereya (opozîsyon) Sûriyê tevlî rêxistina radîkal DAÎŞê dibin.

Komîteya ku di îlona sala 2011an de ji aliyê Komîteya Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bo encamdana lêkolînan li ser tawanên li dijî mirovan li Sûriyê hat pêk anîn, raportek derbarê grûpên çekdar ên li Sûriyê amade kiriye.

Di raportê de lêkolînerên komîteya NY ragihandin ku niha bi awayekî berçav şervan ji nava grûpên dijbereyê cuda dibin û diçin tevlî rêxistina DAÎŞê dibin.

Herwiha lêkolîner amaje dikin ku niha amaje hene ku dê piraniya çekdarên DAÎŞ dibin Sûriyê, piştî ku di destpêkê de pişta xwe bi hatina çekdarên biyanî girê dida.

Li gor ajansa Reuters ê, di raportê de hatiye diyarkirin ku niha di navbera 10 heta 15 hezar çekdarên biyanî di nava rêzên grûpên îslamî û grûpên dijbereyê de hene ku şerê rejîma Sûriyê dikin.

Serokê komîteya lêkolînan a serbixwe li Sûriyê, Paulo Pinheiro, ragihand ku piştî destpêkirina DAÎŞê bi çekdarên biyanî, niha çekdarên Sûriyê şûna wan digirin û êdî sîmaya DAÎŞê hin bi hin dibe sîmayek sûrî.

Endama komîteya navborî, Karen Koning Abu Zayd, amaje kir ku piraniya kesên Sûriyê ên tevlî DAÎŞê dibin ji grûpên din ên dijbereyê cûda dibin û dibînin ku “DAÎŞ baştire ji ber ku çekdarên wê di şer de ser dikevin û pere û dirav di destên wan de bêtir hene.”

Roja 19ê tîrmehê, Rewangeha Mafê Mirovan Li Sûriyê ragihand ku rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) bêhtirî 35% ji rûberê Sûriyê kontrol dike.

Li gor Rewangehê, ev rûbera di jêr kontrola DAÎŞê de yek perçe ye, ji biyabana rojhilatê Humsê li naverasta Sûriyê heta devera el-Hol li başûrê rojhilatê Hesekê û heta ku dighêje bajarokê el-Ra`î li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê û nêzîk gundê Şamir li bakurê rojhilatê Helebê li xwe digre.