SÛRIYE - Ji şerê xwînmij ber bi çekeke bihêz ve: Dewleta Captagonê

26-06-2024
Nalîn Hesen
Leşkerekî Sûriyeyê û hebên Captagonê / Wêne: AP
Leşkerekî Sûriyeyê û hebên Captagonê / Wêne: AP
Nîşan Dewleta Captagonê Sûriye Hebên Hişbir Hêz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Sûriyeya ku ji sala 2011an ve di nav şerekî xwînmij û xedar de digevize êdî bûye navendeke hebên hişbir ên Captagonê.

Şerê navxwe yê Sûriyeyê sala 2011an dest pê kir û Sûriyeyê ji hingê ve di serî de petrola ku çavkaniya ji sedî 33yê berhemên wê bû, gelek samanên xwe û çavkaniyên xwe yên darayî winda kirine.

Helîn, neman û windabûna çavkaniyên wê wiha kir ku Hikûmeta Sûriyeyê li alternatîvên nû bigere ku yek ji wan hebên hişbir ên Captagonê ne.

Ev lêgerîn ji Sûriyeyê re nasnavekî nû çêdike ku ew jî “Dewleta Captagonê” ye.

Sûriyeya ku di nav lep û destên şerekî xedar de dinaliya niha bûye navendeke sereke ya hilberîn û bazirganiya madeyên hişbir.

Enstîtuya New Linesê ya Lêkolînan ya Amerîkî di lêkolîna xwe ya herî nû de diyar kir ku di navbera salên 2018-2022yan bazirganiya bi Captagonê gelekî zêde bûye.

Divê were gotin ku piştî şerê Hemas û Îsraîlê yê ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir bazirganiya van heban a li Sûriyeyê zêdetir bûye.

Ev yek bi rêya amarên pevçûn û girtinan jî xwe dide der.

Beriya 7ê Çiriya Pêşîn bi bi qaçaxçî û bazirganên madeyên hişbir re ti şer û pevçûn nehatibû kirin.

Lê piştî 7ê Çiriya Pêşîn 8 caran şer û pevçûnan rû daye.

Beriya 7ê Çiriya Pêşîn 2 kes hatibûn girtin lê piştî wê demê 31 kes hatine girtin.

Dîsa beriya wê rojê 243 hezar heb hatibûn girtin lê piştî wê rojê 12 milyon û 20 hezar heb hatine girtin.

Dahat 5,7 milyar dolar e

Enstîtuya New Linesê diyar kir ku dahata Hikûmeta Sûriyeyê ya ji bazirganiya hebên Captagonê 5,7 milyar dolar e.

Her hebek bi 10 hezar lîreyên Sûrî tê frotin ku dike mûçeyê rojekê yê karmendekî hikûmetê.

Li Sûriyê behsa hebûna gelek kargehên hilberîna hebên Captagonê tê kirin.

Li gorî raporeke Navenda Lêkolînan a COARê, li Sûriyeyê herî kêm 15 kagehên mezin hene.

COARê amaje pê kir ku xeyn ji kargehên mezin gelek kargehên biçûk ên hilberîna van heban jî hene.

Navendên sereke yên hilberînê li parêzgeha Himsê û bajarokê Beseyê yê parêzgeha Laziqiyê ne.

Amerîka hat ser xetê

Berfirehbûna torên veguhastin û bazirganiya Captagonê, Amerîka neçar kir ku dawiya sala 2022yan Yasaya Captagonê derxe.

Amerîka û Brîtanyayê gelek kesên ji Sûriye û Libnanî ceza kirin.

Tahir Keyalî yek ji wan kesan bû xwediyê kompanyaya Nibto-nosê ya veguhastina deryayî ye.

Yektiya Ewropayê jî pakêteke cezayan ragihand ku gelek kes tê de ne.

Bazirganên Sûriyeyê piştî van rûdanan şirketa xwe bi navekî nû dîsa ava kir û karê berê berdewam kir.

Çekeke bihêz a vegerandina hêzê

Li hêla din, Şamê Captagon wekî çekekê bi kar anî û welatên wekî Urdin û Erebistana Sûdiyê neçar kirin ku pêwendiyên xwe pêre asayî bikin.

Sûriyeyê herwiha bi rêya vê çekê kursiyê xwe yê li Komkara Erebî jî vegerand.

Niha pirsa sereke ev e: “Sûriye dikare heta kengî vê çeka bihêz 3u bibandor bi kar bîne?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir / Wêne: Arşîv

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir

Hêzên asmanî yên Îsraîlê êrişî bajarê Humsê yê Sûriyeyê kir û hêzên parastina asmanî ya Sûriyeyê jî bersiv da êrişa Îsraîlê