Li Sûriyê çarenivîsa bi dehan girtiyên Kurd ne diyar e

Hewlêr (Rûdaw) - Ji sala 2011an û heya niha çarenivîsa bi dehan girtiyên Kurd ku ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatibûn girtin, ne diyar e û tevî ku malbatên wan girtiyan serdana gelek aliyan kiribûn, lê ti bersiv derbarê cih û çarenivîsa wan de nehatiye bidestxistin.

 

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, dosya kesên girtî, windayî û bêserûşûn li wî welatî bêserûber e. Sedema vê yekê jî ew e ku heta niha ti zanyariyên rasteqîne derbarê hejmara wan kesan nehatiye naskirin.

 

Bi hezaran girtî, di zindanên hikûmeta Sûriyê de hene, di nav wan de jî bi dehan kesên Kurd hene. Ji wan jî çalakvan, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin, an windayî ne, yan jî çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Ji Adara 2011an ve heta niha 8 sal û 2 meh, di ser krîza Sûriyê re, derbas bûne.

 

Heta niha bi fermî û li gorî rêbazeke zanistî û lêkolînên sîstematîk, ti amar û hejmarên rasteqîne, derbarê girtiyên Kurd li zindanên hikûmeta Sûriyê, nehatine ragihandin.

 

Hinek çalakvanên Kurd, ku ev dosya şopandiye, ragihandiye ku hejmara girtiyan gihiştiye bêhtir ji 130 kesên Kurd, li zindanên hikûmetê.

 

Ew jî beşek ji hejmara giştî ye, ji girtiyên ku li zindanên hikûmetê ne.

 

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de, ragihandiye ku ji Adara 2011an ve, heta Adara 2019an, 13 hezar û 983 kes li jêr îşkenceyê li zindanên hikûmetê hatine kuştin. Herwiha nîşan bi wê yekê daye ku nêzîkî 127 hezar û 916 kes hêj li zindanên hikûmetê girtî ne.

 

Ji wan jî bêhtir ji 2 hezar û 705 kesên ku bêserûşûn û windayî ne, ku çarenivîsa wan ne diyar e. Di nav wan de jî hejmarek ji kesên Kurd hene.

 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan jî hejmara wan kesan ji sala 2011an ve, bi 60 hezar kesî texmîn kiriye, ku heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Rewangeha EURO-MED a Mafên Mirovan jî ragihandiye ku bêhtir ji 118 hezar kesî ji welatiyên sivîl, li zindanên hikûmetê, ji sala 2011an ve, çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Di nav wê hejmarê de, bêhtir ji 130 kesên Kurd hene, ku hinek ji wan li zindanên hikûmetê girtî ne, lê beşek ji wan ti zanyarî li ser çarenivîsa wan nîne. Ne jî amarên rasteqîne di vî warî de hatine ragihandin.