DAIŞ oldarê xiristiyan Paolo Dalilyo kuştiye

26-05-2014
HUSÊN OMAR
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hevbenda Mafê Mirovan li Sûriyê ragihand ku rêxistina radîkal ya bi navê Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) oldarê xiristiyan Paolo Dalîlyo îdam kiriye.

 

Hevbendê li ser zimanê kesekî ku ji DAIŞê cuda bûye da zanîn ku roja 29ê Tîrmeha sala 2013an, piştî du saetan ji girtina wî, serkirdeyekî DAIŞê bi 14 guleyan Paolo kuştiye.

 

Şahidhalê bi navê Ebû Mihemed el-Sûrî ji Hevbendê re gotiye, oldarê xiristiyan Paolo roja 28ê Tîrmehê gihîşte bajarê Reqayê  û tevlî xwepêşandana şevê bû.

 

Li gor zanyariyên el-Sûrî, Paolo ligel çendîn çalakvanên şoreşa Sûriyê civiya û paşê xwest ligel Mîrê DAIŞê li bajêr bicive da ku navbênkariyê ji bo serbestberdana rojamevanên biyanî bike.

 

El-Sûrî aşkere dike ku daxwaza Paolo ji bal serkirdeyên DAIŞê ve hatiye redkirin lê roja din dîsa bi Îsrar daxwaza hevdîtinê ligel serkirdeyên DAIŞê kiriye.

 

Bi gotina şahidhal, Paolo ji bo koşka parêzgehê ku baregehê serkirdayetiya DAIŞê bo hatiye birin û yekser fermana girtina wî hatiye dayin.

 

Şahidhal ji Hevbendê re tekez kiriye ku her du serkirdeyên DAIŞê Kessab û Xilad el-Cezrawî ku bi regez siûdî ne derbasî zîndana Paolo bûne û Kessab el-Cezrawî ew bi 14 guleyan ji demanceyeke nemre 9 îdam kiriye.

 

Oldarê xiristiyan Paolo bi regez îtalî ye û di dawiya sdalên heftiyan de ji sedsala bîstem hate Sûriyê û dêra Mar Mûsa li bakurê Şama paytext nûjen kir û kar ji bo diyaloga di nasvbera olan de kir.

 

Piştî destpêka şoreşa Sûriyê, dêra Mar Mûsa bi serperştiya Paolo ji bo ciwanên Sûriyê çi mislman û çi jî xiristiyanan ên ku xewna azadî û demokrasiyê li welatê xwe ditîn bibû cihê xwelêgirtin û xwelêveşartinê.

 

Di buhara 2011an de, ciwanên ji hemû olan li Dêra Mar Mûsa li hev diciviyan û ji bo haştbûn û lihevhatina niştimanî nêmêj dikirin, lê bi sedema bilindbûna asta tundûtîjiya rejîmê li dijî xwepêşanderan, Paolo piştgiriya xwe ji bo şoreşê bi awayekî aşkere diyar kir û di hezîrana 2012an de neşar bû ku Sûriyê bicî bihêle.

 

Paolo Dalolyo di sibata 2012an de serdana bajarê Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê kiribû û dinîsa heman salê de serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li nava kampa Domîzê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê geriya bû û li êş û azarên wan guhdar kiribû. Ew ji hemû pêkhateyên netewî û olî yên Sûriyê ve nêzîk bû û bibû şandeyê diyalok, hevjiyan û hevheskirinê, lewra jî weke sembola şoreşa Sûriyê di nav çalakvanan de dihat naskirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst