Li Minbicê teqîn

Hewlêr (Rûdaw) – Duh Sêşemê otombîlek li navenda bajarê Minbicê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, teqiya.

Li gor zanyariyan, otomobîl ji corê Jeep bûye û li nêzîkî goristana Şêx Eqîl a li ser rêya meydana Şehîdan a li Minbicê teqiyaye.

Piştî teqînê agir bi otomobîlê ket û bi temamî şewitî, herwiha dûkelek reş li cihê teqînê ber bi esmanê bajêr ve bilind bû.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî bûyerê daxuyanî da û ragihand, mayînek bi erebeyê ve teqiyaye û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûne û ti zirarên canî nînin.

Her duh droneke Tirkiyê li başûrê bajarê Kobanî otomobîlek kiribû armanc û di encamê de şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest dabû.