Biro: Şandeke Opozîsyona Sûriyê li Amerîkayê ye

26-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Opozisyona Sûriyê li Amerîkayê ye û dê bi rayedarên Wezareta Derve ya wî welatî û herwiha hejmarek endamên Kongrêsê re bicive.

Endamê wê şanda Opozisyona Sûriyê, Îbrahîm Biro ji Rûdawê re got, Serokê Desteya Danûstandinan a Opozisyonê Bedir Camûs, Serokê Îtaîlafê Salim Mislit û Fedwe Icîlî di nava şandê de cih digirin.

Biro ku duh Sêşemê daxuyanî da Rûdawê, diyar kir, şand dê îro bi Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Lîf re bicive, û di civînê de dê rewşa siyasî, ewlekarî û aborî ya Sûriyê gotûbêj bikin.

Bi gotina Îbrahîm Biro, piştre şanda wan dê bi hejmareke endamên Kongrêsê û navendên lêkolînan re jî hevdîtinan pêk bînin.

Serdana wê şanda Opozisyona Sûriyê bo Amerîkayê di demekê de ye ku têkildarî rewşa Sûriyê, civîna 4 alî ya di navbera Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê de duh li Moskowê hat sazkirin.

Li Moskowê wezîrên berevaniyê yên her çar dewletan li hev civiyan û rewşa Sûriyê û bi taybet asayîkirina peywendiyên navbera Tirkiyê-Sûriyê gotûbêj kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst