WFP: Ji sedî 72ê xelkê Sûriyê xwarina xwe bi deyn dikirin

26-04-2022
Loloxan
Nîşan Sûriye WFP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Programa Xorakê ya Cîhanî ya ser bi rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve (WFP) hişyarî da ku ji sedî 72ê xelkê Sûriyê xwarina xwe bi deyn dikirin.

Programa Xorakê ya Navdewletî (WFP) herwiha eşkere kir ku ji sedî 52ê xelkê Sûriyê bi rehetî xwarina xwe naxun û di dema danê xwarina xwe de kêm dixun.

Her li gor WFP, ji sedî 14ê xelkê Sûriyê ji ber ku nikarin bi rehetî xwarina xwe dabîn bikin zarokên xwe ji debistanan derxistine daku kar bikin.

Programa Xorakê ya Cîhanî her meh alîkariyên mirovî bo 5.6 milyon welatiyên Sûrî ji hemû parêzgehên Sûriyê re dişîne.

WFP texmîn dike ku 12.4 mîlyon Sûrî niha ji bo xorakê di rewşeke ne ewle de ne. Ev yek tenê di sala dawî de 4.5 mîlyon kes zêde bû û hejmara herî zêde ye ku heya niha hatiye tomarkirin.

Pevçûn, koçberî, daketina aborî ya dijwar û daketina nirxê Lîreyê Sûrî fişarên li ser malbatên ku niha ji bo dabînkirina lêçûnên hewcedarî û kelûpelên serekî bi zehmetî têdikoşin, zêde kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst