'Federalîzm nabe lê belê...'

26-04-2016
RÛDAW
Nîşan Sûriye Îtîlafa Dijbereya Sûriyê Xalid Xoce Nenavendî Sîstem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Berê yê Itîlafa Dijbereya Sûriyê dibêje, Hikûmeta Sûriyê xwe ji ber biryarên navdewletî dide alî û wan biryaran piştguh dixe. Xoce ragihand,  sîstema herî baş ji bo rêvebirinê li Sûriyê, sîstema nenavendî ye.

 

Di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê Serokê Berî yê Îtîlafa Dijbereya Sûriyê Xalid Xoce ragihand, Hikûmeta Sûriyê girêdayî biryarên navdewletî nîne û di bin siya vê hikûmeta de Sûriyê ber bi parçebûnê ve diçe.

 

Xalid Xoce li ser danûstandinên Cinêv-3 ên di navera şandên hikûme tû dijbereyê de jî axivî û got, ku danûstandin hatiye xitimandin. Xoce got: “Dîsan jî rejîmê xwe ji biryarên Neteweyên Yekgirtî dûr xist û di gel şanda şanda desthilata demkî hevdîtin nekir.  Vê carê hevdîtin xitimîn. Niha ji bo ku çareseriyek siyasî çêbibe, cidîyet û îradeyek navneteweyî pêwîst e. Mixabin em hêj jî vê îradeyî nabînin. Hewlên navnetweyî ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve tên rêvebirin. Bi baldariya welatên herêmî belkû prose hinekî din bi bandor bibe. Lê meydan ji hevkariya Amerîka û Rûsyayê re hatiye hiştin.”

 

Xoce ev yek jî anî ziman ku sîstema herî baş bo rêvebirina Sûriyê sîstema nenavendî ye, lê Xoce got, ev yek nayê wateye bicihkirina federalîzmê.

 

Li ser parçebûna Sûriyê û sîstema siyasî ya pêşerojê li Sûriyê jî Serokê Berê yê Îtîlafa Dijbereya Sûriyê wiha ji Rûdawê re axivî: “Hevgirtina Sûriyê di bin siya vê rejîmê de, helbet ne mumkin e. Çimkî rejîm bixwe Sûriye ber bi parçebûnê ve dibe. Em pêşbîniya yekparçebûna axa Sûriyê dikin ku pêşniyarên navneteweyî jî di gel vê ne. Desthilatek ne navendî lê ne siyasî. Ev nayê wateya federalîzmê. Ev tê wateya îdareyên xwecihî ku zêdetir xweseriyê bide wan. Lê bi havgirtina Suriyê û sîstema navendî dikare bê berdewamkirin.Weke hûn dizanin, rejîma niha, tenê Şam û herêma beravê diparêze. Dest ji herêmêm Suriê yên din berdaye. Niha li herêmên din di navbera yekîneyên Îranê, DAIŞ, El-Nusra û hêzên din de şer û pevçûn hene. Îran jî dizane, rejîma Sûriyê jî dizane. Di bin sîya wê rejîmê de ne mumkin e yekparçebûna Suriyê bê parastin.”

 

Xalid Xoce amaje bi têkiliyên navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Hikûmeta Sûriyê kir û tekez kir, ku PYDê ligel Şamê pêwendî hene, he çiqas ku car bi car şer jî kirine.

 

Xoce li ser vê yekê da zanîn: “Car bi car şer û pevçûn jî çêbûn. Niha hûn dizanin têkiliyên PYDê li gel rejîmê eşkere ne. Lê bi taybetî jî piştî Amerîka û Rûsya li ser federalîzmê li hev kirin û Îran û rejîm li dijî derketin PYDê hewl ji bo herdu aliyan jî da. Û ev jî bû sedema pevçûnan di navbera wan û rejîmê de. Ji xwe duhî li hev kirin. Hevkarî di navbera rejîm û PYDê de berdewam e.”


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst