Salim Mislit: Federalîzm li Cinêvê nayê gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Desteya Bilind a Danûstaninan a Opozisyona Sûriyê li Cinêvê, di daxuyaniyeke ji bo Rûdawê de da xuyakirin, ku pirsa Federalîzmê li Cinêvê nayê gotubêjkirin û piştî bidawîhatina desthilatdariya Esed, dê gelê Sûriyê biryara xwe derbarê awayê rêvebirina dewletê de bide.

 

Salim Mislit beşdarî weşana zindî ya bernameya “Rûdawa Îro” ya televizyona Rûdawê bû û li ser rewşa dawî ya Sûriyê û gera pêncem a danûstandinên Cinêvê yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê de axivî.

 

Salim Mislit ragihand, ew kar dikin ku mafê Kurdan biparêzin û ew mafên ku bi destê hikûmeta Sûriyê ji wan hatibû standin, ji wan vegerînin.

 

Mislit wiha axivî:

 

“Çend mijar hene em dikarin li vir behsa wan bikin, wek aliyên opozisyonê wan mijaran gotubêj bikin, lê dema behsa pirsa federalîzmê bê kirin, biryardan di vê pirsê de girêdayê bidawîanîna vê rijêma sitemkare li Sûriyê, û gelê Sûriyê wê demê, wê biryara xwe bide, ew desthilatdarî û dewleteke çawa dixwaze, lê mafê pêkhateyan mafekî pîroze, ew ne bi tenê di nav Federalzîmê de xwe dibîne, pirsa nasname û ziman heye, ew mafên ku hatibû binpêkirin û zeftkirin, divê bêne vegerandin, ku xelkê me yên Kurd ji mafê xwe hatibûn bêparkirin.

 

Em di her demê de hewl didin, ku em wî mafî ji birayên xwe yên Kurd û tevahiya wan kesên zulm li wan hatiye kirin, vegerînin.

 

Birayê me yên Kurd hevpar û şirîkê me ne, û li Cinêvê bi me re ne, û li nav tevahiya sazî û pêkhateyên opozisyonê ew hene, rola wan heye û gotina wan tê bihîstin, heger rêjeya wan kêm be jî ev ne pirsgirêke, ji ber ku em bi xwe jî berevaniyê di ber mafê xelkê me yên Kurd de dikin.”