NY pêdiviyên tendirustiyê li newxeşxaneyên Idlibê belav dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê (WHO) ya Neteweyên Yekbûyî pêdiviyên tendirustiyê li nexweşxaneyên Idlibê dabeş dikin.

Şanda Neteweyên Yekbûyî li Idlibê ku erdhejê zirareke mejin dayê serdana nexweşxaneyan dikin û  derman li nexweşxaneyan belav dikin.

Karmenda Tendirustiyê ya li Nexweşxaneya Harimê Fatîme Mihemed got "Hejmareke zêde ya nexwşan hebû, karmendên pizîşkî jî karê xwe dikirin, piştî erdhejê me dest bi pêşwazîkirina birîndaran kir. Hinek ji ber tirseke zêde ji avahiyan ketibûn, hinekan jî xwe ji pencereyan avêtibûn. Piraniya birîndaran hestiyên wan şikestibûn."

Şanda Neteweyên Yekbûyî piştre serdana nexsweşxaneya bajarokê Silqîn û kampa derbideran li bajarokê Mearet Misrîn li bakurê Idlibê kirin.

Karmenda tendirustiyê li Nexweşxaneya Silqînê Leyla Ehmed dibêje "Li ba me malikên-incubatorên (Dergûşên şûşeyî) bo zarokên nû ji dayik bûne û beşekî taybet bi zarokan hene. Di dema erdhejê de zarok ji sê jinan re çêdibûn. Me nikarî derkevin, hinek reviyan û hinek man, rewşeke karesatbar bû."

Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî dibêje wan heta niha 128 ton pêwîstiyên tendirûstî bo zerardîtiyên erdhejê gihandine Rojavayê Kurdistan û Sûriyê. Programa Xorakê ya Cîhanî OCHA jî dibêje, wan nêzîka 300 barhilgirên alîkariyên mirovî derbasî bakurê rojavayê Sûriyê kirine. Neteweyên Yekbûyî biryar daye rojane 40 barhilgir alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bike.