Koçberên Idlibê ji tirsa bombebaranê di şikeft û tunelan de dijîn

26-02-2020
RÛDAW
Koçberên ku di vê Şikeftê de, dibêjin ji ber şilahiya şikeftê zarokên wan nexweş ketine
Koçberên ku di vê Şikeftê de, dibêjin ji ber şilahiya şikeftê zarokên wan nexweş ketine
Nîşan Idlib Şikeft Koçberên Idlibê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Idlibê ji ber tirsa bombebaranê tevî zarokên xwe dikevin nava şikeft, tunel û baxên zeytûnan.

3 malbatên Idlibê yên ji ber bombebarana hêzên hikumeta Sûriyê derbeder bûne, li vir di nav erdekî darên zeytunan de, di nav şikefteke tarî ku berê di nav girên gundê Teltunêyê de ji aliyê xelkên gund ve hatiye çêkirin de, dijîn. 

Şemsedîn Dara ango Ebû Cuma, zarokên xwe dadixe nav şikefta tarî ku ji bilî wê tu cihê din biçêyê û berevaniya zarokên xwe lê ji bombebaranê bike nemaye.

Ebû Cuma dibêje, “Em ji ber bombebaranê derketin, em hatin vir, Teltûnê, ne konên me hene û ne tiştekî din, em bi tena canê xwe derketin. Em li mizgeftê 2 rojan man. Di ber re em li cih geriyan lê me nedît. Pişt re me ev şikeft dît. Em 4 malbat têde bi cih bûn. 15-16 zarokê me hene.”

Koçberên ku di vê Şikeftê de, dibêjin ji ber şilahiya şikeftê zarokên wan nexweş ketine, lê ew ji neçarî tevî şertên jiyanê ên zehmet, di nav de dimînin.

Koçberekî din ê bi navê Ebû Mihemed dibêje, “Em bi şev demjimêr 2 hatin vê şikeftê, tije ax, qirêj û bişkulê lawaran bû. Lawir jî di navê de namînin. Xelkê gund dibêjin, mar û dupişk tê de hene, lê em neçarbûn, me ew paqij kir û zarokên xwe xistinê. Em nêzîkî 45 kes di vê Şikeftê de rûniştî ne.”

Ji destpêka 1ê Kanûna 2019an ji ber şerê di navbera Hêzên hikûmeta Sûriyê bi hevkariya Rûsyayê û grupên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, ji Idlibê û gundewarên wê 900 hezar kes derberder bûye  û ev hêjmar di heyama dawî de her ku diçe zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst