Lindsey Graham ji Trump xwest şerê Idlibê rawestîne

26-02-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Lindsey Graham Donald Trump Sûriye Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şerê Idlibê û awarebûna xelkê Idlibê berdewam e û senatorê navdar ê Amerîkayê yê ji partiya Komarî Lindsey Graham ku têkiliyeke bihêz di navbera wî û Donald Trump de heye, daxwaz ji Trump dike ku ji bo rawestandina şer li Idlibê destwerdanê bike û navçeya dijefirînê li wê herêmê ragihîne.

Lindsey Graham dilgiraniya xwe li hember rewşa Sûriyê aniye ziman û ragihandiye: “Ez gelek nîgeranim li hember van tiştên ku li Sûriyê rû didin, cîhan yek ji qeyranên mezin ên mirovî yên di sedsala 21an de ji bîr kiriye. Em hemû li gel wî xelkî ne ku li Idlibê tên kuştin.”

Graham herwiha da xuyakirin, “ez daxwaz ji serok dikim yariyên xwe yên derbarê Idlibê de dest pê bike, navçeyeke dijefirînê rabigihîne û rê nede zarokên xelkê wê parêzgehê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve bêne komkujkirin.”

Wî senatorê bihêz ê Komariyan pêşwazî li helwesta Tirkiyê ya ji bo wergirtina penaberan kir û got: “Ez helwesta Tirkiyê bilind dinirxînim ku li dijî Rûsan û hikûmeta Sûriyê rawestiyane. Divê Rûsya û hikûmeta Sûriyê li ser asta navdewletî rûbirûyê berpirsatiyê bikin.”

Li aliyekê din, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa Idlibê kir û ragihand, Sûriye nikare li Idlibê serkevtina serbazî bi dest bîne. Mike Pompeo got: “Ya ku rû dide, bi tenê egera pevçûna di navbera Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê de zêdetir dike.”

Pompeo êrîşa Sûriyê ya bo ser Idlibê weke hewlên şeranî û dirrinde ya rejîma Esed bi nav kir û got, Moskow û Tehran piştgiriya rejîma Sûriyê dikin, ku bûye sedema awarebûna zêdetir ji 3 milyon kesan.

Pompeo diyar kir: “Me çendîn caran gotiye ku rejîm nikare serkevtineke serbazî bi dest bixe. Ev êrîşên rejîmê tenê metirsiyên rûbirûbûna li gel Tirkiye ya Hevpeymaniya NATO zêdetir dike.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dide xuyakirin, ku tekane çareseriya rewşa Idlibê ev e ku aliyên têkildarî rewş vegerin ser biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî ku taybet e bi çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bi rêyên siyasî.

Ji Nîsana sala bihorî de hikûmeta Sûriyê êrîşên xwe bo ser parêzgeha Idlibê da destpêkirin û heta niha gelek bajar, bajarok û gund ji destê komên çekdar ên opozisyonê derxistiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst