Li Minbicê qedexeya derketina derve hate ragihandin

26-02-2018
Raed Asad Ahmed
Nîşan Minbic HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Navxwe ya Rêveberiya Minbic li bajar ji bo danên şevê qedexeya derketina derve ragihand.

 

Li gorî daxuyaniya Komîteya Navxwe, derketina bi şev ji seat 11.00 dest pê dike û heya 06.00ê serê sibehêberdewam dike lê li bajêr ji bo motoran qedexe piştî saet 09.00ê dest pê dike.

 

Komîteya Navxwe bal kişande ser wê yekê ku ji ber sedemên ewlekariyê, wan qedexeya derketina bi şev ragihandiye û wê ev rewş 21 rojan berdewam bike.

 

Ev niryar di demekê de ye ku HSDê red kir ku hêzên hikûmeta Sûriyê derbasî bajarê Minbic bibin.

 

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da xuyakirin ti lihevkirin ji bo derbasbûna hêzên Sûriyê ji bo bajarê Minbic nînin.

 

Di hevpeyvîneke rojnamevanî de Şervan Derwîş got, “Nûçeya radestkirina bajarê Minbicê ji bo hikûmeta Sûriyê ji aliyê medyaya Rûsî ve hatiye belav kirin û ti rastiya wê tuneye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst