Hewlêr (Rûdaw) – Komîserê Bilind ê Kar û Barên Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî di serdana xwe ya Şama paytexta Sûriyeyê de ragihand ku ji sedî 30ê penaberên Sûriyeyî dixwazin vegerin.
Komîserê Bilind ê Kar û Barên Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî li Şama paytexta Sûriyeyê ji welatên Rojavayî xwest ku cezayên li ser Sûriyeyê rakin da ku Sûriyeyiyan teşwîq bikin ku vegerin welatê xwe.
Komîserê Bilind ê Kar û Barên Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Filippo Grandî doh çû serdana Sûriyeyê.
Filippo Grandî li wir ragihand ku berî ketina rejîma Beşar Esed, Sûriyeyiyan nedixwest vegerin welatê xwe lê piştî wê rêje bilind bûye û gihiştiye ji sedî 30.
Grandî piştî civîna li gel Serokê Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer got:
“Rêjeya Sûriyeyiyên ku dixwest vegerin nêzîkî ji sedî sifirê bû lê di nava çend hefteyan de, niha ev rêje bilind bûye û gihiştiye ji sedî 30.”
Filippo Grandî destnîşan kir ku piştî rûxîna rejîma 24 salî ya Beşar Esed, nêzîkî 200 hezar Sûriyeyî vegeriyane ku piraniya wan ji welatên cîranê Sûriyeyê ne.
"Ceza niha astengiyeke mezin in ji bo vegera penaberan"
Grandî da zanîn ku rakirina cezayên li ser Sûriyeyê ji aliyê welatên Rojavayî ve wekî gaveke teşwîqê girîng e da ku penaber vegerin û anî ziman:
“Ew ceza ji bo rewşeke din bûn lê niha divê nirxandin ji bo wan were kirin, bi hêviya ku werin rakirin.
Ji ber ku ew ceza niha astengiyeke mezin in ji bo vegera penaberan.”
Filippo Grandî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn:
“Eger ceza werin rakirin, dê rewşa welêt baştir bibe û xelk bixwaze vegere.
Dê bibe faktoreke din ji bo ku xelk were teşwîqkirin.”
Biryar e roja duşemê, wezîrên karên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê bicivin da ku hinek ji cezayên li ser Sûriyeyê rakin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse