2 birayên Kurd 10 sal in li Şamê girtî ne

26-01-2023
RÛDAW
2 birayên Kurd 10 sal in li Şamê girtî ne
2 birayên Kurd 10 sal in li Şamê girtî ne
Nîşan Kurd Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 10 sal in 2 biyarên ku xelkê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ne li Şamê girtî ne.

Hisên û Hesen Ilyas Hiso du birayên hev in ji bajarê Hesekê ne, roja 19ê gulana sala 2012an dema ku ji navçeya Dar Îslah a Şamê diçûn Berzê, ji aliyê hêzeke Hikûmeta Sûriyê ve tên girtin.

Dayika wan du ciwanan, Wedhê ji Rûdawê re got, piştî girtina kurên wê, wan serdana navendên ewlekariyê yên hikûmeta Sûriyê kirine û ji wan re gotine, eger zarokên we tiştek nekiribin, dê bên berdan lê heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Dayika Hesen û Hisên herwiha got, wan xaniyê xwe firotine û 8 milyon lîreyên Sûrî dan wasite û parêzeran ji bo ku zarokên wê bên berdan, lê belê pere jî çûn û zarokên wê jî nehatin berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst