Fermandarekî Îranê di êrişa Îsraîlê de hate kuştin

25-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Razî Mûsevî Sûriye Qasim Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê fermandarekî pilebilind ê Îranê di êrişa Îsraîlê de hte kuştin.

Li gor nûçeya ajansa nîvfermî ya Îranê Tasnîmê, yek ji fermandarên pilebilind ên Pasdarên Îranê yê Sûriyeyê Razî Mûsevî li herê ma Zeynebiyeyê ya nêzikî şamê di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin.

Li ser hejmara kesên ku di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin û birîndar bûne ti agahî nehat parvekirin.

Hat ragihandin ku fermandarê Îranî Razî Mûsevî yê hatiye kuştin li Sûriyeyê wekî “şêwirmendê leşkerî” kar dikir û hevalekî nêzik ê Qasim Silêmanî bûye.

Fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî sala 2020î li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst