Li Sûriyê amadekariyên cejna sersalê tên kirin

25-12-2021
Mihemed Ibrahîm
Amadekarî ne wek salên berê ne
Amadekarî ne wek salên berê ne
Nîşan Sersal Sûriye ESCWA Şam Asya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gel rewşa aborî ya xirab, li Şama paytexta Sûriyê xelk amadekariyên cejna sersalê dikin, li hinek kolanên bajêr darên sersalê bi gulopan hatine xemilandin, lê ji ber nebûna elektrîkê û bihabûna kelûpelan xelk bêzar bûne û amadekarî ne wek salên berê ne.

Nûra Nasir, Welatiyeke Sûrî, dibêje, “Em di rewşeke xirab de ne ji ber dorpêça li ser me, berê me digot şer heye, lê niha rewş xirabtir e, elektrîk û mazot nîne, tevî vê yekê jî em ê cejna xwe bikin, ji ber cejin hesteke ji dilê mirov derdikeve, ne ji derve ye."

Di şerê Sûriyê de ku 10 sal in berdewam e, zerareke zêde gihiştiye torên elektrîk, av û telefonê. Hikûmet dibêje sedema sereke ya qutbûna elektrîkê ji ber nebûna xazê ye li santralên berhemanîna elektrîkê, herwiha gelek santral jî ji ber şer ji kar ketine.

Abû Corc, Welatiyekî Sûrî, diyar dike, “Ev 20 sal in, yekem car e ez dibînim xaniyên xwe nexemilandine, li taxa me tenê 3 malan bo sersalê xemilandine, ji ber ku elektrîk nîne xelk naxwazin bixemilînin, qutbûna elektrîkê bandor li her tiştî kiriye."

Komisyona Civakî û Aborî Bo Rojavayê Asyayê ser bi Neteweyên Yekbûyî "ESCWA" di rapora xwe ya dawî de ragihandibû ku di şerê Sûriyê de derdora 442.2 milyar dolar zerar gihiştiye wî welatî. Li gor Bernameya Xorakê ya Navdewletî (WFP) ji sedî 90ê xelkê Sûriyê di bin hêla hejariyê de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst