Geir Pedersen û Welîd Muelim xabatên komîteya nivîsandina destûra Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şanderê Taybet ê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen û Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim kar û barên komîteya nivîsandina destûrê gotûbêj kirin. Pedersen herwiha hewldana diyarkirina dema gera çaremîn a civîna komîteya destûrî dike.

Şanderê Taybet ê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pedrsen îro Yekşemê 25ê Cotmeha 2020an ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim civiya û herdu aliyan kar û barên komîteya nivîsandina destûrê û mekanîzimên karê wê komîteyê gutûbêj kirin.

Duh Şandê Taybet ê Netewên Yekgirtî yê Sûriyê Geir Pedersen û şandeya pê re bo gotobêjkirina kar û barên komîteya ji nû ve nivîsîna destûra Sûriyê, gihîşte peytexta Sûriyê bajarê Şamê.

Îro Şandeya bi serokatiya Pedersen, li gel Wezîrê Derve yê Hikumeta Sûriyê Welîd El-Muelim hatin bav hev û û di civînê de herdu aliyan di derbarê karên komîteya destûra nû û rewşa aboriyê li Sûriyê nirxandin.

Herwiha herdu aliyan di mijara girîngiya meşandina xebatên Komîteya Destûrê li gor rêgezên ku rêkeftin li ser hatiye kirin û bêyî destwerdana derve bê kirin li hevkirin.

Hat zanîn ku Pedersen hewldana diyarkirina dema gera çaremîn a civîna komîteya destûrî dike. Gera sêyemîn a komîteya destûrê di navbera 24-29ê Tebaxa 2020an de hatibû sazkirin.