Beşar Esed li ser pêwendiyên bi Tirkiyeyê re daxuyaniyek da

Hewlêr (Rûdaw) - Beşar Esed ji destpêkirina pêwendiyên bi Tirkiyeyê re got, “Divê Tirkiye ji axa ku dagir kiriye vekişe û piştgiriya ku dide terorê rawestine.”

Herwiha Beşar Esed da zanîn ku daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê yên derbarê pêwendiyan rastiyê nîşan nadin.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed îro li Parlamentoya Sûriyeyê gotarek pêşkêş kir û li ser mijarên di rojevê de axivî.

“Çareserî ne bi quretiyê ye”

Beşar Esed di axavtina xwe de got, “Me axa welatê cîran dagir nekiriye ku em jê vekişin û me piştgiriyê nedaye terorê ku piştgiriyê rawestînin.

Çareseriya vê meselê ew e ku meriv rast be û xeletiyê nas bike, ne bi quretiyê.”

Esed diyar kir ku bêyî eşkerekirina sedemên rasteqîn pirsgirêk nayên çareserkirin û wiha pê de çû:

“Ji bo ji nû ve avakirina pêwendiyan, divê pêşî sedemên ku pêwendî têk birine ji holê bên rakirin. Em dê dev ji mafê xwe bernedin.”

“Sûriye dixwaze ku Tirkiye ji wê axa ku dagir kiriye vekişe”

Li ser ji nûve avakirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re Esed wiha anî ziman:

“Her rojeke ku derbas dibe ne tenê Sûriye di heman demê de Tirkiye jî zere dibîne.

Em li gor berjewendî û perensîpên xwe nêzîkî wê mijarê bûn.

Sûriye dixwaze ku Tirkiye ji wê axa ku dagir kiriye vekişe.

Em tekez dikin ku divê Tirkiye wê piştgiriya ku dide terorê rawestîne.”

Herwiha Beşar Esed got, "Tiştê ku hin berpirsên Tirkiyeyê dibêjin ew e ku Sûriyeyê gotiye eger vekişîn çênebe, em bi Tirkan re hevdîtin nakin, ne rast e.

Ya girîng ew e ku armancên me zelal bin û em zanibin çawa tevbigerin."

Mercên Tirkiyeyê

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler şertên Tirkiyeyê yên vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê eşkere kiribûn.

Yaşar Guler got ku piştî “şertên pêwîst” bi cih hatin ew dikarin di asta wezîran de hevdîtinan bikin û pê de çû:

“Tenê piştî ku makeqanûna nû hat qebûlkirin, hilbijartin hatin kirin û ewlehiya sînoran hat tesîskirin em dikarin li ser vikişîna ji Sûriyeyê biaxivin.”