MSD: Em piştgiriyê didin xwepêşandanên li Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Xwepêşandanên li dijî Hikûmeta Sûriyeyê yên li parêzgeha Siwedayê ya li Başûrê Sûriyê îro jî berdewam kirin.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) piştgiriya xwe ji bo wan xwepêşandanan ragihand.

Xwepêşandanên welatiyên parêzgeha Siweydayê ya ku Durzî lê dijîn, li dijî gendelî û rewşa xirab a aboriyê berdewam dikin.

Xwepêşander dixwazin ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji desthelatê dûr bikeve.

Di rojên dawiyê de, serkirdeyên olî yên Durzî ku ji wan re Şêxên Eqil tê gotin, tevlî xwepêşanderan dibin û piştgiriyê didin xwestekên xelkê.

Li ser vê yekê Hikûmeta Sûriyeyê, parêzgarê Siweydayê şandibû cem Şêxên Eqil daku rewşê aram bikin lê wan ew yek red kir.

Daxuyaniya MSDyê

Li aliyê din Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) jî, ji xelkê Siweydayê re piştgiriya xwe ragihand û got:

“Em ji ber rewşa aborî û nebûna aramiyê pêşhateyên meydanî yên li bajarên Sûriyeyê û acizbûna civaka Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.

Em piştgiriyê didin tevahiya xwepêşandanên li bajarên Sûriyeyê ku welatî hêrs û nerazîbûna xwe li dijî siyasetên desthilata Şamê nîşan didin.

Em tepeskirina xwepêşanderan û bikaranîna tundûtîjiyê li hemberî welatiyan şermezar dikin û bang li desthilatdarên Sûriyeyê dikin ku rêzê li mafên xwepêşandanên aştiyane re bigirin.

Ev xwepêşandanên aştiyane, rêya rast a ber bi armanca guherîn û demokrasiyê ve ne.”