Pentagon: Êrîşên li Sûriyê ji bo parastin û berevaniya leşkerên Amerîkî bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor berpirsên Amerîka yê 15 vê mehê, grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê bi dronan pêgeha Hêzên Amerîkayê ya li Tanafê ya başûrê rojhilatê Sûriyê armanc kiribûn. Washington dibêje di êrîşê de ti kes nehatibû kuştin. Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê diyar kir ku êrîşên li Sûriyê ji bo parastin û berevaniya leşkerên Amerîkî bûn.

Pentagonê dibêje wan 24ê vê Tebaxê, wek tolhildana êrîşa 15ê mehê, 9 pêgehên çekdarî yên grûpên nêzîkî Îranê armac kirine.

Amerîka dibêje, destpêkê biryar bû 11 pêgeh armanc bikin lê ji ber hebûna sivîlan êrîşa li ser 2 pêgehan hilweşandin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Amerîka grûpa çekdar a Fatimiyûn armanc kiriye ku grûpeke Şîe ya Efxanistanî ye û Amerîka dibêje ser bi Îranê ye, li gor amarên ne fermî 6 çekdarên Sûrî û biyanî hatine kuştin.

Cîgirê Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî Colin Kahl anî ziman, “Êrîş ji bo parastin û berevaniya leşkerên me yên li Sûriyê pêwîst bû ku di demên dawî de bûn armanca çend êrîşên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve. Ya herî dawî di 15ê Tebaxê de bû. Bersiva me hevta û hûr bû. Êrîş bi awayekî hat kirin ku ziyanên kêm di nava sivîlan hebin, her wiha bersivek bû li ser cewherê êrîşên grûpên milîsên ser bi Îranê.”

Bersiva Amerîkayê ji bo êrîşa li ser Sûriyê karvedanên navdewletî bi xwe re anîn, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de êrîşa Amerîka yê şermezar kir û ew wek binpêkirina serweriya xaka Sûriyê bi nav kir, di heman demê de red kir ku ew pêgehên hatine armanckirin ti pêwendiya wan bi Îranê re hebe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenan li ser êrîşên Amerîkayê got, “Êrîşên Amerîkayê li ser jêrxaneya Sûriyê û xelkê wê binpêkirina serwerî û yekparçebûna Sûriyê ye. Ew pêgehên hatine armanckirin ti peywendiya wan bi Komara Îslamî ya Îranê re nîne.”

Li New York a Amerîkayê jî Neteweyên Yekbûyî hişyarî li ser zêdebûna aloziyan da.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dzharik got, “Zelal e ku em pir baş agahdar in ji êrîşan, em dilgiran in ji rewşa hestyar a navçeyê û daxwazê li hemû aliyên ku li Sûriyê ne dikin ku xwe kontrol bikin û ji zêdebûna aloziyan dûr bikevin.”

Êrîşa Amerîkayê ya ku ew dibêje li ser pêgehên nêzîkî Îranê li Sûriyê kiriye di demekê de ye ku Washington û Tehran di qonaxeke gelek hestyar a danûstandinên çalakkirina rêkeftina atomî de ne.

Di pêşhatên herî dawî de Amerîka dibêje ku wan bi rêya danûstandinan Joseph Borrell re bi nivîskî bersiva pêşniyarên dawî ya Îranê daye.

Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka ji bo Karûbarên Siyasî Colin Kahl anî ziman, “Pabendbûna me bi vekişandina piştgîriya Îranê bo terorê, çekdaran û gefên wan li dijî gelê me li navçeyê û deverên din ti peywendiyeke wan bi rêkeftine etomî re nîne, ji ber wê çawa bi dawî dibe.”

Amerîka dibêje ku wan perçayên dronan li Sûrîyê dîtine ku mora Îranê li ser diyar e û ev nîşana wê yekê ye dibe ku Îran êrîşên bi vî awayî zêdetir bike lê Pentagon hişyariyê dide ku êrîşên Îranê yên li dijî berjewendiyên wan wê bêbersiv nemînin.