Galeriya wêneyan

25-08-2015
10 Photos

Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên şer ên rêjîma Sûriyê li bajarokê Dûma yê Gundewarê Şamê 11 welatî kuştin û zêdetirî 100 kesî jî birîndar kirine.

Berpirsên nexweşxaneya Dûma ragihandin ku, di encama bombebarana balafirên rêjîmê de, 11 sivîl li Dûmayê hatine kuştin û 100 jî birîndar bûne. Herwoha gellek ziyanên madî gihîştine mal û avahiyên wî cihî.

Ev 13 roj in ku balafirên rêjîma Sûriyê bi hênceta lêdana çekdarên dijbereyê li bajarokê Dûme didin û bombeyên wan bi ser sivîlan de dikevin.

Di komkujiya beriya çend rojan de, balafiran 100 welatî kuştin û 300 jî birîndar kirin, ew jî dema ku li nava bazarê da.