Rûsyayê Idlib bombebaran kir: Gelek kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand ku firokeyên şer ên Rûsyayê, îro Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê bombebaran kirine û li gor zanyariyên destpêkê, di bombebaranê de 9 sivîl hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.

Li gor heman ajansê, îro 25ê Hezîrana 2023an demjimêr 10:03 deqe 3 firokeyên şer ên Rûsyayê ji binkeya asmanî ya Himeymîm ku li Lazqiyê ye rabûne û navçeya Cisir El-Şuxur a ser bi Idlibê ve, gundê Beynin û bazarek bombebaran kirine.

Li gor zanyariyên destpêkê ku rêxistina Kum Spiyan belav kirine, li bazara Cisir El-Şuxurê 9 sivîlan canên xwe ji dest dane û 30 sivîl jî birîndar bûne.

Herwiha sivîlên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin lê tê gotin ku dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe.