Ji ber bombebaran bi hezaran xelkê Hema û Idlibê koçber bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Tîma Bersivdanê ya Hawarçûnê di mehekê de, wate ji 26ê Nîsana borî û heta niha, ji ber bordûmanê nêzîkê 230 hezar sivîl ji gund û bajarokên Hema û Idlibê ber bi navçeya sînorê ligel Tirkiyê derbider bûne. Koçberên Hema û Idlibê di rewşek gelekî xerab de dijîn, tenê darên zeytûnan wan ji tîrêja rojê diparêze. Li gor Tîma Bersivdanê ya Hawarçûnê, ji ber bombebaranê û bermîlên teqîner navçe vala bûye, piraniya gund û bajarokên navçeyê wêran bûne.
Li bakurê Hema û başûrê Idlibê ji ber bordûmana firokeyên şer ên Rûsya û bermîlên teqîner ên helîkopterên artêşa Sûriyê, bi sed hezaran xelk derbider û koçber bûne.
Koçberê bi navê Basil Nesîr dibêje: “Em li Xan Şêxûn bûn, jiyana me xweş û aram bû. Berî zêdeyî du mehan mûşek û bermîl bi ser me de dihatin avêtin, lê gelekî kêm bûn. Piştî Remezanê bombebaran zêde bû, rojane 60 êrîş û 200 mûşek bi ser Xan Şêxûn de dihatin avêtin. Me bajarok bicîh hişt û em hatin jêr darên zeytûnan nêzîkê sînorê Tirkiyê bicîh bûn, tenê 300 metre em dûrî sînor in."
Derbider û koçberên bakurê Hema û başûrê Idlibê di rewşek gelekî xerab de dijîn, tenê siya darên zeytûnan wan ji tîrêjên dijwar ên rojê diparêze.
Koçber Ebû Mihemed jî dibêje: “Ev heşt sal in em derbider in, em li Kefir Nebûde bûn. Di dema dawî de ji seat 10ê êvarê heta serê sibehê bi mûşekan em bombebaran dikirin. Firokeyên Rûsya û helîkopteran em bi dijwarî bombebaran kirin. Min zarok û jin li ser motorsikletekî birin gundê Qesabiyê, piştre em çûn Cibala, lê firokeyên Rûsya her em bombebaran dikirin. Em bi şev ji ber bombebarana firokeyên Rûsyayê ranedizan."
Operasyona Rûsya û artêşa Sûrî dijî grûpên çekdar ên opozisyonê di roja xwe ya 30î de bi dijwarî li Hema û Idlibê berdewam e. Li gor Kumsipiyan û Tîma Bersivdanê ya Hawarçûnê, ji ber bombebaran û bermîlên teqîner navçe vala bûye, piraniya gund û bajarokên navçeyê wêran bûne û tenê aliyên şerker li meydanê mane.