Balafirên Sûriyê Tedmur didin ber bombeyan

25-05-2015
RÛDAW
Nîşan Tedmur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên şer ên Hikûmeta Sûriyê îro 15 êrişên asmanî kirin ser çeper û navendên rêxistina DAIŞê li bajarê Tedmurê.

Rêxistineke mafê mirovan li Sûriyê ragihand: “Ji îro danê sibehê ve, balafiran 15 li Tedmur û nêzîkî şûnwarên wê pêk anîne.”

Bajarê Tedmur ku navê dîrokî yê wê Palmîra ye, pêncşema borî piştî ku hêzên artêşa Sûriyê ji bajar vekişiyan, ket bin kontrola DAIŞê.

Wê rêxistinê di daxuyaniyekê de wiha got: “Belge di destê me de ne ku çekdarên DAIŞê ji destpêka girtina Tedmurê de heta niha, herî kêm 67 sivîl îdam kirine, ku zarok jî di nava wan de bûn, herwiha 150 leşkerên Hikûmeta Sûriyê jî kuştine.”

Roja şemiyê, Rêveberê Giştî yê Mûze û Şûnwarên Sûriyê, Memûn Ebdulkerîm di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, çekdarên DAIŞê derbasî nava mûzeya nava bajarê Tedmurê bûne, ku gellek şûnwarên binirx û kevnar tê de ne.

Memûn Ebdulkerîm wiha got: “Çekdarên DAIŞê piştî ku derbasî nava wê bûn, deriyê mûzeyê girtin û zêrevanên xwe li ber danîn.”

Jibilî wê mûzeyê, şûnwarên gellekî kevnar li başûrê bajêr hene ku temenê wan 2000 sal e û niha hemû cîhan di tirsa jinavbirina wan de ye.

Herwiha UNISCO jî daxwaz kir ku şerê Tedmurê demlidest bê rawestandin.

Bajarê Tedmurê dikeve navbera bajarê Dêrezorê û Şama paytexta Sûriyê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst