Leşkerên Tirkiyeyê kurdek din kuştin

25-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Efrîn (Rûdaw)- Li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê li aliyê Efrînê, hemwelatiyekî din yê Kurd ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê ve hat kuştin.

Li gor zaniyariyan, leşkerên Tirkiyeyê duh 3 hemwelatiyên ku pezê xwe diçêrandin gulebaran kirin û di encamê de welatiyek hat kuştin û herdu kesên din jî brindar bûn.

Ew hersê kes ji gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efrînê ne û li navçeya hemberî gundê Tofê yê Bakurê Kurdistanê diçêrandin, ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyeyê ve hatin gulebarankirin.

Hat gotin ku di encama gulebaranê de hemwelatiyê bi navê Seydo Reşad Dîko yê 28 salî jiyana xwe ji dest da.

Herwiha herdu welatiyên bi navên Seydo Bîlal û Îmad Menan jî birîndar bûn.

Seydo Reşad Dîko di sala 1987an de ji dayik bûye û ev sê meh in zewicî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst