NYyê ji bo Sûriyeyê banga alîkariya bilez kir

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê banga alîkariya mirovî ya bilez kir.

Daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê û şerê wêranker ê Xezeyê bandoreke dijwar li ser rewşa Sûriyeyê dike.

Koordînatorê Netewên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Mirovî yê li Sûriyeyê Adem Ebdelmewla diyar kir welatiyên Sûriyeyê ji bo jiyane baştir û xwe şer biparêzin, berê xwe didin rêyên metirsîdar.

“Krîza Sûriyeyê ji bo sivîlan yek ji pirsgirêkên herî kujer e”

Koordînatorê Netewên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Mirovî yê li Sûriyeyê Adem Ebdelmewla wiha axivî:

“Krîza Sûriyeyê li cîhanê ji bo sivîlan yek ji pirsgirêkên herî kujer e.

Li deverên cuda yên Sûriyeyê dijminatî berdewam e û bi taybetî li bakur di van demên dawî de pêleke tund tê dîtin.”

Rewşa Sûriyeyê bûye sedema zêdebûneke berbiçav a koçberiyê.

Xelkê Sûriyeyê ji bo cihekî ewle û derfeta jiyaneke xweştir li derveyî welêt jiyana xwe dixe metirsiyê.

“Divê ti mirovek jiyana xwe nexe metirsiyê”

Koordînatorê Netewên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Mirovî yê li Sûriyeyê Adem Ebdelmewla got:

"Sûriyeyî her diçe zêdetir ber bi rêyên bêhêvî ve diçin û ji bo lêgerîna derfetan ber bi welatên din ve geştên metirsîdar dikin.

Di gelek rewşan de, wan bi canê xwe baca van hewldanên metirsîdar daye.

Divê ti mirovek ji bo lêgerîna jiyaneke bi rûmet jiyana xwe nexe metirsiyê."

Herwiha Adem Ebdelmewla, hişyariyê da ku eger krîza li Sûriyeyê berdewam be, dê koçberiya ber bi Ewropayê ve zêde dibe.

“Koçberiya ber bi Ewropayê ve zêde dibe”

Adem Ebdelmewla wiha pê de çû, "Em dibînin ku koçberiya ber bi Ewropayê ve zêde dibe.

Di sala 2023yan de me 181 hezar serlêdanên nû yên ji bo penaberiyê li Ewropayê dîtine ango li gorî sala 2022yan ji sedî 38 zêde bûye."

Li gel ku bi milyonan kesan li Sûriyeyê rastî rewşên dijwar tên, alîkariya bilez tê daxwazkirin, di demekê de ku cîhan bi şer û aloziyên din re mijûl e.