Di êrîşên Hevpeymanan de leşkerên Sûriyê jî di nav de 16 kes hatin kuştin

25-03-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrîşên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de ku li dijî grûpên çekdarên ser bi Îranê ve hatibû encamdan, 16 kes hatine kuştin ku di nav wan de leşkerên Sûriyê jî hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, di êrîşên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, li parêzgeha Dêre Zorê yê li rojhilatê Sûriyê û li navçeyên Elbu Kemal û Meyadîn, 9 kesên Sûrî ku ji bo grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve kar dikin û 3 leşkerên Artêşa Sûriyê hatin kuştin.

SOHRê diyar kir ku nasnameya 4 kesên din ên ku hatine kuştin nehatine diyarkirin.

Hat diyarkirin ku grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve çekdarên xwe yên li Meyadîn, Elbu Kemal û Dêre Zorê  kom kirine û ji bo ku amadekariya êrîşên nû bikin ew xistine rewşa amadebaşiyê.

Hate ragihandin ku grûpên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike duh bi dronekê baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojava xistine û di encamê de karmendekî bi peyman canê xwe ji dest daye û 5 leşker bi tevahî 6 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder ragihand ku îro baregeha leşkerên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê ji aliyê grûpên ser bi Îranê ve bi 10 mûşekan hatiye armanckirin lê ti ziyanên canî çênebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst