Hêzên opozîsyona Sûriyê li Laziqiye serdeikevin

Hewlêr (Rûdaw)- Çalakvanên şoreşa Sûriyê hejmarek ji wêneyan li ser tora înterinêtê belavkirin ku têde ghişitina endamên Artêşa Azad ji bo bendera Sûriyê diyar dibe, û ev yek pêşketinek mezne ji artêşa azad re ji dema ku şoreşa Sûriyê di sala 2011 an de destpêkir.

 

hHerwiha ev yek dihêle ku Artêşa Azad bikare çekan bi riyeke rasterast ji aliyê deryayê ve werbigire bêyî ku pêwîstiya wê bi Tirkiya hebe, lê ev sînariyo jî di bin gefan de ye ku rêjîm wan navçeyan borduman bike, û tenê heger ew navçe ji bo artêşa azad wek navçeyeke dijî frînê ji aliyê welatên rojava yan Tirkiya ve bê raghandin, wê demê çêdibe ku Artêşa Azad sûdekê mezn bibîne.  

 

Ajanisa Frans Press ragihand ku şervanên opozsiyona Sûriyê destkeftek mezn di parêzgeha Lazqiyê de bidest xistin pşitî ku bajarokê Keseb û deryê wê yê sînorî bi Tirkiya re xistin bin kontrola xwe de, û ev yek dide xuyakirin ku tu deryên sînorî bi Tirkiya re dibin destê rêjîma Sûriyê de nema ne ji bilî deryê Qamişlo.

 

Di êrîşa şervanîn opozsiyona Sûriyê de li ser gundewarên Lazqiyê gelek ketîbe yên ser bi gelek aliyan ve beşdar dibin ku di nav wan de Cebihet el-Nusira jî heye, û navê Şerê Enfal, û Şerê Benderê li ser wê êrîşê dkin. 

 

Çavdêrgeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ji bo Ajansa Frans Press ragihand ku, şervanên opozsiyonê gihane meydana serekî di bajarokê keseb de, û şer di navbera her du aliyan de berdewame ku di encamê de heya niha nêzîk 130 kes ji herdû aliyan ve hatine kuşitin.

 

ji aliyê xwe ve frokeyên cengê yên rêjîmê bajarokê Silimî û çiyayê Turkumanan û derdora bajarokê Keseb borduman dikin, di demekê de ku şervanên opozsiyonê dibêjn wan derî û 90 ji sedî ji bajarokê Keseb kontrol kirine, û dibêjn ku niha şer ketiye derdora Keseb û rêjîm gelek bizavan dike jibo riya Derya Spî li ber wan bigire.  

 

Herwiha çavkaniyên opozsiyonê tekez kirin ku şervanên wan gihane gundê Semira li ser Derya Spî