Galeriya wêneyan

13 demjimêr berê
14 Photos
Bilind T. Abdullah

Çiyayê Qasyûnê yê li Şamê ku 12 sal bûn ji ber cihê xwe yê stratejîk ji aliyê rejîma Beşar Esed ve hatibû qedexekirin, ji xelkê re dîsa hat vekirin.

Çiyayê Qasyûnê ne tenê navendeke stratejîk e di heman demê deê navendeke dîrokî û çandî ye jî.

Li çiyê gelek avahiyên dîrokî, dêr û berhemên kevnar hene.

Çiyayê Qasyûnê, qedir û qîmeta xwe li cem xelkê Sûriyeyê gelekî heye û niha xelk bi kêfxweşî diçine ser wî çiyayî.

Sûriyeyiyan bi şahiyan kêfxweşiya ji bo vekirina Çiyayê Qasyûnê nîşan da.

Ew çiya hezar û 150 metre di ser bajarê Şamê re ye.

Piştî derketina şerê navxwe yê Sûriyeyê sala 2011an, beşekî berfireh ji wî çiyayî bû ciheke serbazî û çûn û hatina xelkê hat qedexekirin.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw