ÎDLIB - Xelk ji ber qutkirina alîkariyan dilgiran e: ‘Em digirîn’

24-12-2023
RÛDAW
Xelk ji ber qutkirina alîkariyan dilgiran e
Xelk ji ber qutkirina alîkariyan dilgiran e
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Îdlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navendeka dabeşkirina alîkariyên mirovî ya li parêzgeha Îdlibê ya bakurê rojavayê Sûriyeyê dê êdî alîkarî neyên belavkirin.

Programa Xorakê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber kêmbûna peredarkirinê ew neçar in alîkariyên mirovî yên li ser kampên koçberan û xelkê qut bikin.

Rêveberê Komeleya Bir û Xizmetguzariyên Civakî Xalid El-Tirk anî ziman:

“Komeleya Bir û Xizmetguzariyên Civakî li gundewarê rizgarkirî yê parêzgeha Îdlibê li ser çalakiyên xwe berdewam e.

Ji dema rizgarkirinê ve bi piştevaniya rêxistinên navdewletî, bi taybetî Programa Xorakê ya Cîhanî keresteyên xwarinê li xelkê belav kirine ku têra wan dike.

Niha vê rêxistinê em agahdar kirin ku peredarkirin nemaye, êdî dê pêşkêşkirina alîkariyên xwarinê ji aliyê Programa Xorakê ve rawestin, ev dê bandoreke nerênî li rewşa xelkê bike.”

Di salên dawî de xelkê navçeyê ku ji ber şerê navxwe koçber bûbû ji kampan vegeriyabûn ser mal û milkên xwe û bi alîkariyên Programa Xorakê jiyana xwe derbas dikirin lê piştî biryarê ew dibêjin dê rewşa wan xirabtir bibe, lewra hewara xwe digihînin aliyên pêwendîdar.

“Bi qutbûna wan em digirîn”

Şêniya herêmê Emşe Îbrahîmê got:

“Ez jinebiyeke hejar im, kurê min tenê dikare zarokên xwe xwedî bike. Min sûdeke baş ji van alîkariyan didît.

Keçeke min a nexweş jî heye nikarim wê bidim dermankirin. Ardê ku dihat me dikir nan û bi zeytê jî xwarin çêdikir.

Xelkê hejar bi van alîkariyan dijiya lê niha bi qutbûna wan em digirîn. Em daxwaz dikin ku wan alîkariyan li me vegerînin.”

Programa Xorakê dibêje dê tenê alîkariyan pêşkêşî zarokên di bin pênc salî re bikin û herwiha malbatên ku zerer ji ber erdhej û lehiyan dîtine jî alîkariyan wergirin.

Rêxistina navborî ji 2014an ve li bakurê rojavayê Sûriyeyê alîkariyan pêşkêşî nêzîkî 2 milyon û 500 hezar koçber û malbatên hejar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst