Tedmûr: Sivîl gelekî ji êrişên çekdarên DAIŞê ditirsin

24-12-2023
RÛDAW
Tedmûr: Sivîl gelekî ji êrişên çekdarên DAIŞê ditirsin
Tedmûr: Sivîl gelekî ji êrişên çekdarên DAIŞê ditirsin
Nîşan DAIŞ Tedmûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Tedmûrê yê li rojhilatê parêzgeha Himsê yê naverasta Sûriyeyê DAIŞê li ser hev çend caran êriş kir.

Meha borî li çolistanê çekdarên DAIŞê êrişa herî bi xwîn li dijî artêşa Sûriyeyê, çekdarên alîgir û sivîlan pêk anî.

Şêniyê navçeya Badiyeya Sûriyeyê Ehmed Xenam got:

“We jî bi çavê xwe dît çawa DAIŞê zarok, jin û mêr kuştin û xelkê bajar bicih hişt.”

Çekdarên DAIŞê li Badiye-Çolistana Sûriyeyê ne tenê êrişî hêzên hikûmetê dikin, herwiha şivanan jî dikujin û pezê wan talan dikin.

Şêniyê navçeya Badiyeyê anî ziman:

“Li Badiyeyê terorîstan êrişî pismamên min kirin, hezar û 500 ser pez talan kirin û pênc pismamên min kuştin.

Piştî sê hefteyan bavê min û sê apê min li pey wan çûn, sê ji wan venegeriyan, serê yekî ji wan birîbûn.”

Gulana 2019an Amerîkayê ragihand ku DAIŞ di warê çekdarî de li Sûriyeyê bi dawî bûye.

Li gorî raporeke Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka îsal heta 22yê vê mehê 406 serbaz, çekdarên hikûmetê û 167 sivîl li Badiye-Çolistana Sûriyeyê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst