Mesîhiyên Sûriyê: Em nikarin Christmasê pîroz bikin

24-12-2021
Loloxan
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Cejna Christmasê Sûriye Qeryeteyn Himis
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Qeryeteyn ser bi Himsa Sûriyê, bi hatina Christmas û serê salê  Matanyos Dellûl ê 62 salî li nav kavilên vê Dêra ku çekdarên DAIŞê ew di 2015an de wêrankirbûn bi hesret û keser digere û wan pîroz dike, û bi dilekî şewitî dibêje cejin bê ciwanan ti bihayekî wê nîne.

Nişteciyê Qeryeteyn Matanyos Dellûl dibêje “Pêwîstiya cejnan bi xelkê heye, pêwîstiya wan bi xort û keçan heye, ne tenê komên keviran, li vir kevirên zêde hene, lê xweşî nîne, xelk tenê xweşiyê çêdikin, ciwan tenê xweşiyê çêdikin. Kesên li vir hemû pîr in, yê herî mezin 85 salî ye, û biçûkê wan 40 salî ye, tiştek nîne ku merov bo wî cejnê bike.”

Dema çekdarên DAIŞê derbasî bajarokê Qeryeteyn bûn, akinciyên wê yên Mesîhî hemû reviyan, lê piştî têkşikandina DAIŞê tenê 20 Mesîhî vegeriyan malên xwe yên wêrankirî.

Cotkar Fîlîp Azar got “Eger bira, cîran û dostên min ne li vir bin, Christmas jî nîne, ma ez ê bi tena xwe cijnê bikim?! Ez nikarim bikim. Bi nerîna min wê ev Christmas ji ya sala bê baştir be, ji ber bi kêmanî niha 20 kes li vir hene, lê kî dikare misoger bike di sala bê de kesek li vir bimîne?! Kes nikare, vir bûye beyaban, berê çend gundên Mesîhî li rojhilatê vê derê hebûn, lê piştî êrîşa DAIŞê xelkên wan bi temamî reviyan, û ev yek li Qeryeteyn jî çêbûye.”

Tenê pîr û kalên Mesîhî li Qeryeteyn dijîn. Bessam Debbas ji ber ku gelekî bi erd û cih û warê xwe ve girêdayî ye, li vir bi tenê maye, kesek ji malbata wî li vir nemaye, dibêje ew roja cijnê wek her rojeke din derbas dike.

Nişteciyê Qeryeteyn Bessam Debbas diyar kir “Kesekî min li vir nemaye, ne bav, ne dayik, ne bira û ne hevjîn. Ez ê cejnê wek her rojeke din derbas bikim. Dema çekdarên DAIŞ êrîş kirin, der û êş xistin dilên xelkê. DAIŞ çû, lê derd û êş man, li vir derd û êş dest ji me bernadin, em ê jiyanê wiha biqedînin, û Christmasê jî wek her rojeke din biqedînin.”

Bajarokê Qeryeteyn 85 kîlometreyan dikeve  başûrê rojhilatrê Himsa naverasta Sûriyê. Ji tevahiya 35 hezar akinciyên vî bajarokî berî êrîşa çekdarên DAIŞê 900 welatiyên Mesîhî lê hebûn. Di Tebaxa 2015an de Qeyeteyn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat kontrolkirin, bi dehan sivîl kuştin û bi dehan jî revandin, herwiha Dêra Mar Ilyan wêran kirin. Di Nîsana 2016an de artêşa Sûrî Qeryeteyn ji dest çekdarên DAIŞê derxist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst