Istixbarata Sûriyê li Dêrezorê li pey zêr û cibilxaneyên DAIŞê digere

24-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend bajarokên rojhilatê Dêrezorê Artêş û Istixbarata Sûriyê dest bi kampanya lipeygerîna zêr û cibilxaneyên DAIŞê kirine, ku di navbera salên 2013-2019an de li navçeya serdestbûna xwe ew veşartibûn.

Çavkaniyên xwecihî û Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov tekezî li ser wêya kirin, ku Artêş û Istixbarata Sûriyê bi rêya çend fermandarên girtî yên DAIŞê yên li ba wan, li bajarokên Mûhesen, Mirêhiye, Buqris û Bû Lêl, dest bi kampanya lipeygerîna zêr û cibilxaneyên DAIŞê kirine, ku di navbera salên 2013-2019an de li navçeya serdestbûna xwe ew veşartibûn.

Heman çavkaniyan eşkere kirin, ku kampanya lipeygerîna zêr û cibilxaneyên DAIŞê ji aliyê Artêş û Istixbarata Sûriyê ve di demjimêrên dawiya şevê de heta berbangê li wan navçeyên destnîşankirî li rojhilatê Dêrezorê didome.

Ji aliyê xwe ve, HSDê ragihand ku heta niha zêdeyî hezar endamên DAIŞê yên biyanî li nav veşargeh û tûnêlan li heman navçeyê dimînin, ku di salên bihorî de ew kola bûn û asêkiribûn.

Di 10ê Mijdara borî de, hêzên Berevaniya Niştîmanî yên hikûmeta Sûriyê ligel hozên Ereb bi rêya kampanyayeke lipeygerînê çûbûn nav veşargeh û tunêlên DAIŞê li quntara Çiyayê Bişrî li rojavayê Dêrezorê, û dest danîbûn ser tibabên mezin ên cibilxane, pere û zêrê DAIŞê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst