Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî, di rûniştina Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û got: “Grûpên terorîst ên girêdayî Erdogan, di jêr navê navçeya aram de gelên li navçeyên Sûriyê red dikin û herêm dagîr kirin.”
Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî da zanîn ku destûra siberoja Sûriyê diyar dike, milkê gel e û gel dest ji milkê xwe bernade û derbarê Komîteya Destûrê de jî ku hevdîtinên wê berdewam in got: "Gelê Sûriyê li bendê bûn ku kar û xebatên komîteyê di qonaxeke maqûl û hêmin de birêve biçin. Lê hinek aliyên navdewletî û yên li herêmê ji xebatên komîteyê man ecêbmayî. Mixabin dewleta Tirkiyê axa Sûriyê dagîr kir, piraniya gelê Sûriyê kuşt û zêdeyî 180 hezar kes jî koçber kir. Grûpên terorîst ên girêdayî Erdogan, di jêr navê navçeya aram de gelên li navçeyên Sûriyê red dikin û herêm dagîr kirin. Divê diyalog di çarçoveya hiqûqa navdewletî û medotên girêdayî wê de bê kirin.”
Derbarê destpêkirina kar û xebatên komîteya destûrê de jî El-Caferî got: "Sedema krîzê, terorîzma navdewletî ye ku Sûriyeyê wek armanceke siyasî bikar tîne û hedefa wê guhertina nexşeya jeolojîk a herêmê ye. gelên Sûriyê dagîrkirin, DAIŞ û rêxistinên terorê yên wek El Nusrayê red dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse