Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad di navbera civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got “Yekane astengiya li ber pêvajoya aştiyê nepabedbûna Tirkiyê ye. Tenê pirsgirêka ku em pê re rû bi rû dimînin ev e.”
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad ji ajansa Spûtnîkê ya Rûsî re ragihand, ku yekane astenga li pêşiya rawestandina pêvajoya aştiyê ya Sûriyê di çarçoveya Astanayê de, kêmasiya nepabendbûna aliyê Tirkiyê ye.
Mîqdad di navbera civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de wiha got:
“Em daxwazê ji aliyê Tirkiyê dikin ku li ser cîbicîkirina wan sozên ku di pêvajoya Astanayê de hatine lihevkirin cidîtir bin.
Yekane astengiya li ber pêvajoya aştiyê nepabedbûna Tirkiyê ye. Tenê pirsgirêka ku em pê re rû bi rû dimînin ev e. Lê em di wê baweriyê de ne ku hewldanên herdu dostên me yên Rûs û Îranî dê berdewam bin.”
Mîqdad anî ziman ku pêvajoya Astana heta niha "tenê pêkhateya bikêrhatî ye ku li ser erdê serketî bû" û "ji gelek aliyan de bi serketî bû".
Wezîrê Sûriyê da zanîn ku di hefteya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ti têkilî û hevdîtin bi aliyê Tirkiyê re çênebûne.
Mikdad got jî “Tu danûstandin, ti têkilî, bi kêmanî tiştek li ser asta wezîrên derve nîne.”
Kalin: Têkiliyên siyasî tunin
Di van demên dawî de di navbera Tirkiye û Sûriyê de nîşaneyên normalîzebûnê hene.
Erdogan meha borî gotibû, “Tu pirsgirêka me bi têkbirina Esad an nehiştina Esad re nîne. Di navbera dewletan de diyalog û dîplomasiya siyasî nayê qutkirin."
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu jî ragihandibû, di navbera Sûriyê û rêxistinên îstixbaratî yên Tirkiyê de pêwendî hene û Tirkiyê ji bo diyalogê ligel Sûriyê şertên xwe yên pêşwext nînin.
Çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîn ragihandibûn ku Serokê MÎTê Hakan Fîdan di van çend hefteyên dawî de li Şamê bi hemtayê xwe yê Sûriyeyê Elî Memlûk re gelek hevdîtin pêk anîne.
Ji ber vê yekê Di dema ku ji raya giştî re hat ragihandin ku di navbera her du welatan de hevdîtinên di asta îstîxbaratê de tên kirin, hê jî di asta bilind de hevdîtin nehatine kirin.
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî li ser asayîbûna navbera Tirkiye û Sûriyê gotibû “Niha ti planek ji bo pêwendiya siyasî bi Sûriyê re nîne. Îstîxbarat têkilî çêdike. Helwesta Tirkiyê ya li Sûriyê diyar e. Pêvajoya Astanayê dewam dike. Xebatên destûra bingehîn berdewam dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse