CENTOM - Serkirdeyekî El Qaîdeyê li Sûriyeyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Sûriyeyê serkirdeyekî grûpa Hurasedînê kuştiye.

Li gorî Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM), serkirdeyekî pilebilind ê grûpa Hurasedînê yê bi navê Ebû Ebdulrehman El-Mekî li Sûriyeyê di êrişeke esmanî de hat kuştin.

CENCOMê da zanîn ku Ebû Ebdulrehman El-Mekî endamê Şûraya Hurasedînê bûye û destê wî di gelek operasyonên terorîstî de hebûye.

Herwiha CENTOMÊ got, “Hurasedîn hêzeke girêdayî El-Qaîdeuê ye ku li Sûriyeyê ye û xwestekên El-Qaîde yên cîhanî ji bo pêkanîna êrişan li dijî berjewendiyên Amerîka û rojava pêk tîne.”