Tîmeke xwebexş nav kampên koçberên Idlibê hênik dike

24-08-2022
RÛDAW
Tîmeke xwebexş nav kampên koçberên Idlibê hênik dike
Tîmeke xwebexş nav kampên koçberên Idlibê hênik dike
Nîşan Idlib Kampa Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîmeke xwebexş ji ber germahiya bilind nav kampên ku koçberên Idlibê tê de dimînin hênik dikin.

Li Kampa Berdeqlî ya li navçeya Bab el-Hewa li bakurê Idlibê, ji ber germa zêde, tîmekî xwebexş ava sar, qeşa û bestenî li ser koçberan belav dikin, her wiha avê li konan dikin ji bo ku hinekî xelkê hênik bikin.

Xwebexşek dibêje, niha li Bakurê Sûriyê zêdetirî 2 milyon kes di bin konan de dijîn, di bin konan de pileya germayê digihêje 50 dereceyan.

Li Kampa Killê ya li bakurê rojhilatê Idlibê, hawizekî demkî ji zarokên koçber re hatiye çêkirin û ew xwe di nav de hênik dikin.

Xwebexş Dulame Elî anî ziman, “Em niha di nav kampên koçberan ên bakurê Sûriye de ne, zêdeyî 2 milyon koçber li çoleke zêde germ dijîn, ku pileya germê li nav çadiran gehiştiye 50 pileyên silizi, xelk ji ber germê dişewitin, tişta em dikarin ji wan re bikin, pêşkêşkirina ice craem, av û hênikkirina zarokan li nav çadiran bi rijandina avê ye.”

Li nêzîkî bajarokê Dergûş ê bakurê Idlibê jî ji ber germa havînê ya dijwar koçberên kampê li nav gola Kaniya Zerqa avjeniyê dikin.

Koçberê Sûrî Ebû Ebdo got, “Karê min ji sibeha heta demjimêr 2ê nîvro didome. Piştî ji kar vedigerim dawiya pîkabê ji zarokan re tejî av dikim daku xwe hênik bikin, ji ber li nav çadirê germeke zêde heye, ev germa nayê tehemûlkirin, em li çoleke hişk û ziwa dimînin, divê dawiya pîkabê ji wan re tejî av bikim daku xwe di nav de hênik bikin.”

Li bakurê rojavayê Sûriye 1489 kampên bêserûber ên koçberan hene, ji wan 894 kamp alîkariyên mirovî bi berdewamî nagihin wan, 590 kamp gazinan ji kêmbûna avê dikin, herwiha 614 kamp bê sîstema avrêjê ne, hevdem koçberên 944 kampan di nav çadirên riziyayî de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst