Navenda Sûrî ya Azadiyên Çapemeniyê: Îsal 20 binpêkirin li dijî ragihandinê hatine tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Sûrî ya Azadiyên Çapemeniyê di Komeleya Rojnamevanên Sûriyê de raportek belav kiriye û dibêje 20 binpêkirinên li dijî ragihandinê li Sûriyê di nîvê yekem a sala 2022an de hatine tomarkirin, binpêkirinên ku hatine ji kuştina çalakvanekî medyayî, pênc doseyeyên birîndarkirin û lêdanê, 10 dosyayên desteserkirin û girtinê û sê binpêkirinên li dijî saziyên ragihandinê pêk tên.

Li gorî rapora Navenda Sûrî ya Azadiyên Çapemeniyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di nîvê yekem de bi berpirsyariya 12 binpêkirinan ket serê lîsta binpêkeran û piştî wê jî girûpên girêdayî opozîsyona Sûriyê 4 binpêkirin encam dane, rêjîma Sûriyê, DAIŞ û desthilata Tirkiyê binpêkirinek pêk anîn û berpirsên binpêkirina dawî nehatine naskirin.

Li gor Navenda Sûrî ya Azadiyên Çapemeniyê ji Adara 2011an heta niha 1441 binpêkirin li dijî rojnemevanên li Sûriyê hatine tomarkirin.