OCHA: Pêdiviya 1,8 milyon Sûriyeyiyan bi ava paqij heye

24-06-2024
Nîşan Sûriye Bêavî OCHA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Hevahengiyê ya Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku vê havînê bi awayekî bilez pêdiviya yek milyon û 800 hezar Sûriyeyiyan bi ava paqij heye.

OCHAyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bêçareyiya xelkê ya ji ber nebûna avê û got:

“Ev demeke dûr û dirêj e xelk derd û êşan dibîne, herwiha tê pêşbînîkirin ji ber pêla germê û krîza avhewayê ev pirsgirêk berdewam bike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sindoqa Sûriyeyê ya Mirovî tankeran dide da ku av bigihe kampên li bakurê Sûriyeyê.

Berdevka Tîma Avhewayê ya Ofîsa OCHAyê Zanita Sumurusê bal kişand ser girîngiya karên beriya karesatê û pê de çû:

"Dibe ku karên beriya hatina karesatê bandora pêlên germê kêm bikin.

Ev jî bi rêya alîkarîdayîna xelkê û wergirtina tedbîrên pêwîst ên wekî başkirina sitargehan an dabînkirina avê pêkan e.”

Pirsgirêka bêaviyê

Piraniya kampên koçberan ên li bakur û bakurrojavayê Sûriyeyê û herwiha yên li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmbûna ava paqij dinalin.

Nêzîkî 5 salan e ku li bajarê Hesekê û derdorê zêdeyî yek milyon kesan ji ber qutkirina ava Santrala Elokê ya li navçeya Serê Kaniyê di rewşeke gelekî xirab de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir / Wêne: Arşîv

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir

Hêzên asmanî yên Îsraîlê êrişî bajarê Humsê yê Sûriyeyê kir û hêzên parastina asmanî ya Sûriyeyê jî bersiv da êrişa Îsraîlê