FLAŞ - YPGê û HSDê li nav Minbicê xalên kontrolê danîn!

24-06-2016
RÛDAW
Hêzên HSDê hêdî hêdî ber bi nav bajarê Minbicê pêş ve diçin
Hêzên HSDê hêdî hêdî ber bi nav bajarê Minbicê pêş ve diçin
Nîşan Minbic Operasyona Minbic HSD YPG DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şervanên HSDê ku YPG serkêşiya wê dike, piştî dorpêçkirinê derbasî nav bajarê Minbicê bûn û li cihên ku ji destê DAIŞê derxistin, xalên kontrolê danîn.

 

Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serkêşiya wê dike, di berdewamiya operasyona rizgarkirina Minbicê ji destê DAIŞê, derbasî nav vî bajarî bûn û piştî derxistina çend cihan, xalên xwe yên kontrolê danîn.

 

Operasyona rizgarkirina Minbicê îro di 24mîn roja xwe de ye. Di 24emîn roja operasyonê de, şervanên Encumena Leşkeriya Minbicê ku girêdayî HSDê ye, hemû gundên vî bajarî ji destê DAIŞê derxistine.

 

HSDê herwiha li derdora Minbicê û li ser rêyên sereke û gundên girêdayî wî navçeyî jî baregeh û xalên xwe yên leşkerî danîne.

 

Piştî derbasbûna şervanên HSDê bo nav Minbicê, vîdyoyek nû gihîştiye destê Rûdawê û tê de xuya dibe, ku ala, dirûşm û şûnpêyên DAIŞê li gundewarên derdora DAIŞê tên rakirin û ala Hêzên Sûriya Demokratîk li wan deran tê bilindkirin.

 

Di dîmenên vîyoyê de xuya dibe, hejmarek ji wan avahiyên ku çekdarên DAIŞê bi kar anîne ji ber bombebaranên giran ê balafirên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê hatine rûxandin.

 

Herwiha piştî ku ji aliyê rojava û başûr-rojhilatê bajêr ve, şervanên HSDê derbasî nav Minbicê bûn, niha şerekî giran di nevbera wan û çekdarên DAIŞê de derketiye.

 

Fermandarê Encumena Leşkeriya Minbicê Ebû Emced derbarê pêşhatên nû yên şerê Minbicê de van tiştan dibêje: “Em hêdî hêdî ber bi pêş ve diçin, ji ber ku DAIŞê %80ê xanî û avahiyên Minbicê bombe kirine û xelkê sivîl ên di nav bajêr de wek mertalên zindî bi kar tîne.”

 

Ebû Emced herwiha dide xuyakirin: “Ew berdewam hewl didin di nav bajêr de korîdorên mirovî bo rizgarkirina xelkê sivîl vekin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst