Li Helebê 108emîn salvegera komkujiya Ermeniyan hat bibîranîn

24-04-2023
Loloxan
Li Helebê 108emîn salvegera komkujiya Ermeniyan hat bibîranîn
Li Helebê 108emîn salvegera komkujiya Ermeniyan hat bibîranîn
Nîşan Komkujiya Ermeniyan Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêra Bethel a Ermeniyan a li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê 108emîn salvegera komkujiya Ermeniayn hat bibîranîn.

Endamên yaneya rewşembîrî ya Ermen li bajêr li gel hejmereke zêde ya beşdarbûyan li ser cadeyan rêûresmên tayebt bi vê bîrweriya diltezîn digerînin.

Beşdarbûyê merasîmê Can Muradiyan got “Em her sal komkujiyê bibîr tînin ku berî zêdeyî sed salî çêbûye. Zindîkirina bîranîna komkujiyê ne tenê li Sûriyê lê belê li hemû cîhanê tê kirin. Em di zindîkirina wê de berdewam dibin heta em ax û mafên xwe bidest bixin.”

Li gor Wezareta Diaspora ya Komara Ermeniyayê berî sala 2011ê wata şerê navxwe yê Sûriyê nêzîka 100 hezar Ermenî lê hebûn, lê niha sêyekê wan tenê li vî welatî mane.

Endamê Yaneya Ermenî Chris Massian dibêje “Em îro hatine daku ji hemû cîhanê re tekez bikin, ku Ermen dest ji mafên xwe derbarê komkujiya ku Tirkên Osmanî di 1915an de kiribûn bernadin. Em Ermeniyên Sûrî bi mêrxasî berevaniyê di ber mafên xwe de dikin, herwiha em pêdagirin ku hemû mafên xwe bidest bixin.”

Li gor Rêxistina Navdewletî ya Pisporên Komkujiya Ermeniyan, di navbera salên 1915-1923an de komkujiya Ermeniyan bi destê Tirkên Osmanî hatiye kirin ku di encam de di navbera 664 hezar heta 1.5 milyon Ermenî canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst