Li Idlibê dijî asayîkirina peywendiyên ligel hikûmeta Sûriyê xwepêşandan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê ku wek navenda opozisyona Sûriyê tê naskirin, bi hezaran kes li dijî asayîkirina peywendiyên welatên Erebî ligel hikûmeta Beşar Esed xwepêşandan kirin.

Xwepêşander bi dirûşmên dijwar nerazîbûna xwe anîn ziman. Di xwepêşandanan de, dirûşmên wek Em dê bimirin, lê bi rejîma Esed re li hev nakin an jî Rejîma ku bi rejîma Esed re peywendiyan asayî bike, dê Esed qezenc bike û gelê Sûrî ji dest bide hatin bilindkirin.

Fehed Ebdulkerîm yek ji xwepêşanderên li Idlibê dibêje: “Em îro hatine daku beşdarî xwepêşandanê bibin. Ev xwepêşandan rastiya dilê xelkê nîşan dide. Xelk dijî asayîkirina li gel Esed in. Em her welatekî Erebî û Misilman ku peywendiyan ligel wî kesê Îslam û Misilman û şoreş û şoreşgêrên Sûriyê bi hinceta terorê dikuje şermezar dikin. Ew destê xwe didin mezintirîn tawanbar û terorîst li cîhanê.”

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023an, piraniya welatên Erebî peywendiyên xwe ligel hikûmeta Sûriyê asayî kirin ku ji ber şerê navxwe yê wî welatî peywendiyên xwe bi Şamê re qut kiribûn, di nav wan de Misir û Erebistana Siûdiyê jî hene ku mezintirîn welatên Erebî ne.

Xwepêşandereke bi navê Huzeyfe el-Himmûd jî dibêje: “Tişta Siûdiye dike bo hemû neteweya Erebî serşorî ye. Tişta dikin ne rast e. Hemû dizanin ev rejîm tawanbar e, dixwazin em wê qebûl bikin. Ev yek ji wan ne hatiye xwestin, ev karê me ye. Em şoreşgêrên Sûriyê biryarê li ser didin. Em biryarê didin gelo lihevkirinê dikin an na.”

Zêdeyî 12 salan di ser krîz û şerê navxwe yê Sûriyê re derbas bûn, tevî ku bi dehan kongre, forum û civîn di wan salan de li gor biryara navdewletî ya 2254ê bo çareserkirina wê krîzê hatine sazkirin, lê li girêka kor rawestiyaye, di demekê de ku niha Siûdiye mijûlî wê yekê ye 19ê Gulana bê Serokkomarê Sûriyê vexwîne Lûtkeya Komkara Erebî ku dê li Riyaza paytext bê sazkirin.